Bi beşdariya zêdetirî 20 milyon kesan, proseya dengdana giştî ya gera şeşemîn ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê destpê kir. Biryare dengdana giştî di saet 18:00an de bidawî bibe.
Li gor daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê di dengdana giştî de 20 milyon û 63 hezar û 773 dengdêr mafê dengdanê heye.
Ji vê hejmara dengderan 2 milyon û 488 hezar û 51 kes li sê bazinên hilbijartinê (herêmên hilbijartinê) yên Herêma Kurdistanê Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ne. Ev hejmar ji bilî Kurdên ku li herêmên dikevin sînorê Madeya 140 yên weke Kerkûk, Selahedîn, Nînova û Diyala û her wisa Bexda dijîne.
Her wisa Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ji bo dengdana giştî 8 hezar û 703 navend û 39 hezar û 285 cih amade kiriye. Ji wan hezar û 543 navend û 6 hezar û 655 cih yên her sê bazinên hilbijartinê yê Herêma Kurdistanê ne.
Wê proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di bin ewlekariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê de birêve biçe. Her wisa wê ji aliyê bi dehan saziyên ragihandinê, rêxistinên çavdêriyê yên navnetewî wê şopandin û çavdêriya hilbijartinê were kirin.
Li gor Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê wê proseya dengdana giştî saet 18:00’an bidawî bibe, sindoqên dengdanê tên girtin û bi rêya elektronîk wê daneyên encamên hilbijartinê ji navenda serekî ya komîsyonê ya Bexdayê re werin şandin. Wê pûsûlaya sindoqan ji çavdêr û rojnamevanan re were dayîn.
Roja 9’ê Mijdarê proseya dengdana taybet bi beşdariya milyonek û 340 hezar û 518 dengderên hêzên ewlehiyê û koçberan hat kirin. Li gor daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê, rêjeya beşdariya dengdana taybet ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ji %82 bû. Her wiha hezar û 841 binpêkirin di dengdana taybet de hatin tomarkirin.

Sibe hilbijartina Parlamentoya Iraqê ye
(AY)
*Çavkanî: Rojnews, Pukmedia, Rudaw

