Piştî di 3ê Hezîranê de ji bo Şaredariya Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin, li gelek bajaran çalakiyên nerazîbûnê dest pê kir. Bi taybet li bajarên Wan, Edene, Stenbol, Mêrdîn, Êlih, Amed û gelek bajarên din gelê Kurd û dostên wan li ser pêyan e û çalakiyên xwe didomîne.
Jixwe li holêye ku gel êdî ji ber polîtîkayên tayînkirina qeyûman bi salane li ber xwe dide û pistî her hilbijartina herêmî, dîsa jî dengê xwe didin DEM Partiyê û bi vî awayî Dem partî li van bajarên kurdan bi ser dikeve û şaredariyan bi dest dixin.
Nobetên li ber deriyên şaredariyan
Di hilbijartina 31ê Adarê de jî heman encam derket hole. Li pisti hilbijartinê di demeke kurt de careke din qeyûm hat ser Şaredariya Colemêrgê. Ji wê rojê ve gel li tevahiya bajarên xwe li dijî xespkirina îradeya xwe li ber deriyên şaredariyan Nobetên Edaletê digrin.
Çalakiyên li Amedê
Tevî vê germa ku pileya wê li ser 40î ye li Amedê her roj li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin jî nobet tê girtin. Ber bi êvarê ve carinan bi konseran carinan jî bi hin cûreyên şahiyan gel nerazîbûn û bertekên xwe tînin ziman.
Dengbêjan bi stranên xwe qeyûm şermezar kir
Duh êvarê jî bi heman armancê gelén Amedê li ber deriyê şaredariyê li derdora komek dengbêjê ji Navenda Çanda Dicle Firatê kom bûn.
Ji Dengbêj Nayifê Mûnisî heta gelek dengbêjin din li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin gel hevdû û şevbuhêrkek lı dar xistin.
Girîngiya strandina dengbêjan
Hewceye bêgotin ku stranên dengbêjiyê bi hezaran salan ku çand û dîroka kurdan heta îrorojê jî aniye. Bûyerên hatî serê kurdan û hwd bi saya stranên dengbêjan em heta niha jî guhdar dikin.
Stranên li dijî feraseta serdest
Vêce di heman çerçeveyê de mirov dikare wê girîngiya strandina dengbêjan a di rojeke wek berxwedana li hember qeyûman de jî bibîne. Kurd bi stranên dengbêjan, bi konser û govendan çawa ku bi hezaran salane çanda xwe li ser lingan hiştibin; iro jî li dijî feraseta serdest bi stranên dengbêjan li ber xwe didin û vê çandê didomînin.
Min xwest bi vê mînakê balê bikşînim ser berxwedana gel a li dijî polîtikayên desteserkirina qeyûman û girîngiya cureyê vê berxwedana bi stranên dengbêjan.
(WS/AY)