Dengbêj Kazo bi nexweşiya koronavirusê ketiye û li nexweşxaneyeke Stenbolê dest bi dermankirina wî kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Rêzan Şêrwan, keça Dengbêj Kazoyî gotiye ku diya wê û bavê wê bi nexweşiya koronavirus ango Covid-19ê ketine.
Şêrwanê, diyar kiriye ku bav û dayîka wê başin û hêvî dikin ku di demek herî nêz de vegerin nava heskiriyên xwe.
Li gorî nûçeya Rûdawê Rêzan Şêrwan jî hatiye kerentînkirin.
Hunermend û dengbêjê navdar, Kazo ku 70 salî ye, sala 1950an li gundê Govelek li parêzgeha Wan di nava malbateke dengbêj de ji dayik bûye û her ji zaroktiya xwe ve hunera resen a kurdî û dengbêjî nas kiriye. Di temeneke zû de dest bi dengbêjiyê kiriye. Bi biraziya xwe Hozan Fatê û kurê xwe Emrah re di salên 1990î de komeke muzîkê ya bi navê Koma Şîrwan ava kiribû. (FD)