Çanda debgbêjiyê ya qedîm bi her awayî didome û hê jî yek ji şêweya mûzîka kurdî ya tekane ye.
Farûk Almaç stranbêj û dengbêjekî ku ji zaroktiya xwe ve berê xwe daye çand û mûzîka kurdî.
Farûk her çiqas ku ji beşa wênesaziyê mezûn bûbe jî tembûra wî li pişta wî ye û li Wanê di nav hevalên xwe, carinan jî li ser medyaya dijîtal stranên cur bi cûrî distire.
Rengê dengê Farûk Almaç bi serê xwe rengekî ku ji sê çar rengan pêk te.
Farûk Almaç dibeje ku ez mamosteya resim im û firçeyek di destê min de be jî di guh û qiroka min de stranên Şakiro, Hemê Hacî û hwd hene.
(WT/AY)





