Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Demsala 2018-2019ê ya Şanoya Bajêr a Amedê wê bi lîstika Tartuffe dest pê bike. Li gel vê lîstikê wê di demsala nû de versiyona nû ya lîstika Qirix jî derkeve pêşberî şanohezan. Her weha lîstikên ji bo zarokan ên bi navê Masîreşka Biçûk û Keçelok û lîstika bi navê Wê Hesap Neyê Dayîn jî dê vê demsalê jî berdewam bikin. Di nava plansaziya Şanoyê de Festîvala Şano û Zarokan heye.
Tartuffe ji hêla Moliere ve hatiye nivîsandin û Şexmûs Seferî ji bo kurdî wergerandiye. Derhênerê lîstikê Ruknettîn Gunî ji bianetê re got, “Lîstik di salên 1600î de hatiye nivîsandin lê hê jî aktuel e. B taybetî li erdnîgara Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye kêşeyeke gerdûnî.”
Di lîstikê de Yavûz Akkûyu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer, Berfîn Emektar, Hamdûsena Ozbey, Şahperî Alphan, Dîjle Guneş Yavûz, Mahmût Kosem û Ozkan Şeker dilîzin.
Ramîn Rebî muzîk ji bo şanoyê çêkirine, Îsmaîl Dag jî ronahiya şanoyê saz dike. Dîzayna afîşê Sevînç Adiyamanê çêkiriye ku karîkaturên Denîz Ilginî tê de ne.
Mijara lîstikê
Orgonê dewlemen, kesekî bi navê Tartuffe vedihewîne mala xwe.
Tartuffe weke kesekî gelekî bawermend xuya dike û Orgon wî dixe şûna ezîz an. Xwarin û vexwarinên xwe yên herî baş pêşkêşî wî dike. Wî ji jin û zarokên xwe pêştir dibîne. Dixwaze keça xwe bi Tartuffe re bizewicîne. Herweha dixwaze kurê xwe ji navê derxe û mîrateya xwe tenê bide Tartuffe.
Hemû heval û malbata Orgonî pê dizanin ku Orgon xwe weke kesekî xwedî exlaqê bilind nîşan dide. Lê ew diz e û kiryarên wî ne li gorî şîretên wî ne.
Organî hişyar dikin ku dibe wî bixapîne. Lê Orgon guh nade van şîretan.
Di dawiya dawî de, bi guhên xwe dibihîze ku Tartuffe dixwaze jina wî ji dest wî bibe û bi vê re ferq dike ku rastî îxanetê hatiye. Bera Tartuffe dide. Tartuffe jî dixwaze dest deyne ser mal û milkên wî û wî bavêje girtîgehê û heyfa xwe jê hilîne. (BD/HK/FD)