Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber ku Tirkiyeyê biryara Daîreya 2yem a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Demîrtaşî de bi cî neaniye, 19ê Sibata 2019ê serî li Daîreya Mezin a DMMEyê daye.
Hikûmetê jî aşkere kiribû ku ew ê li dijî biryara DMMEyê ya di 20ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) 2018ê derkevin û serî li daîreya bilind bidin.
Li gorî vê encamê him Demîrtaşî him jî hikûmetê daxwaz kiriye ku Dîreya Mezin dosyayê binirxîne. Hikûmetê daxwaz kiriye ku Daîreya Mezin biryara DMMeyê ji nû ve binirxînin.
Pêvajoya hiqûqê wê çawa berdewam bike?
Parêzeran derbarê mijarê de 23yê Sibatê daxuyaniyek dane û pêvajoya hiqûqî nirxandine:
“Komeke ku salê 6-7 caran kom dibe wê kom bibe. Di vê komê de pênc dadwer hene ku ev dadwer wê ji nav kesên ku beşdarî danişîna biryara derbarê Demîrtaşî de nebûbin bên hilbijartin. Ev kom wê li gorî xala 53yê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdanê binirxîne û wê biryarê bide. Kom ya wê biryarê bide ku divê Daîreya Mezin ji nû ve nirxandinê bike yan jî wê biryareke neyênî bide.
* Heke ku kom biryareke erênî bide wê doz ji hêla Daîreya Mezin ve ji nû ve were nirxandin.
* Heke ku kom biryareke neyênî bide, tê maneya ku biryar li gorî hiqûqa Peymanê hatiye pesendkirin û ji bo pêk bê wê ragihînin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê.
* Komîteya Wezîran gavên ku divê hikûmet, parlamento û daraz biavêjin wê bişopîne.” (AS/FD)