Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Kevin ê HDPyê peyamek ji bo xebatkerên kevin ên rojnameya Cumhuriyetê ên tehliye bûne û Emre Îperê ku hîna girtî ye şandiye.
Bixwîne - Li ser biryara Dadgeha Bilind, nivîskarên Rojnameya Cumhuriyetê serbest bûne
Roja 12ê Îlonê Gurap Oz, Mûsa Kart, Mûstafa Kemal Gungor, Hakan Kara, Onder Çelîk, xebatkarên kevin ên rojnameya Cumhuriyetê hatibûn tehliyekirin. Lê Emre Îper di girtîgehê de mabû. Demîrtaşî ji bo wan peyamek rê kiriye û wiha gotiye: “Ez silavên germ, dostanî û daxwaza hevgirtinê ji hevalê Guray, Mûsa, Mûstafa Kemal, Hakan, Emre û Onderî re dişînim.”
Çi bûbû?
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind roja 12ê Îlonê biryar dabû ku rewşa girtîtiya 7 nivîskarên berên rojnameya Cumhuriyetê bê sekinandin û ew serbest bibin.
Piştî vê biryarê Musa Kart, Guray Oz, M. Kemal Gungor, Hakan Kara û Onder Çelik tehliye bûbûn. Lê ji ber ku cezayê wî hatiye erêkirin, Emre Iper nehatibû berdan.
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind di nirxandina xwe de biryar dabû ku sûcê ji ber “alîkariya rêxistina terorê” hatiye dayîn bila ji nû ve were nirxandin. 16em Daîreya Cezayan jî li gorî vê biryar daye. Di biryarê de ji bo Ahmet Şikî biryar hatiye girtin ku bila ji ber propagandayê were cezakirin.
Piştî biryarê dosya wê careke din biçe ber deste 27em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê. (TP/FD)