Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî yê girtî ji bo ku karibi bi rêya telekonferansê beşdarî civîna komê ya HDPyê bibe daxwaznameyek ji Serokatiya Parlamentoyê re şand.
Demîrtaş ê ku di Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê de ye di daxwaznameya xwe de wiha destnîşan kir:
“Ez û hevalên min ên parlamanter ên din 8 meh in bi awayekî dijyaseyî tên girtin.
“Lê Wezareta Dadê li hemberî dosyeya min a ku li dijî girtinê me şandibû Dadgeha Destûra Bingehîn paraznameyak şand û di vê paraznameyê de diyar kiriye ku girtina me li hemberî beşdariya xebatên parlamentoyê nabe asteng.
“Weke Hevserokê Giştî û Serokê Komê ya Partiya Demokratîk a Gelan ku di parlamentoyê de partiya sêyemîn a mezin e, ez dixwazim bi rêya telekonferansê beşdarî civîna komê bibim ku yek ji parçeya xebatên kontrolkirinê û yaseçêkirinê ya TBMMyê ye. Di heman demê de ez daxwaz dikim ku beşdariya civînên komê ya hemû wekîlên HDPyê bi rêya telekonferansê bê dabînkirin”. (BK/FD)