Ji bo nûçeya Tirkî (1) (2) bitikîne
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demîrtaş û hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yûksekdag li ser Meşa Edaletê axivîn
Demîrtaşî got:
“Min daxwaz nekiriye ku meş heta Edirneyê bidome.”
Li gor nûçeya Ozlem Akarsu Çelîkê ya di Duvarê de hatî weşandin, li Girtîgeha Cûrreyê Fyê ya Edirneyê Selahattîn Demîrtaşî ji wekîlê koma HDPyê Ahmet Yildirimî re behsa Meşa Edaletê kiriye.
Yildirimî li ser axiftina Demîrtaşî got:
“Silhedîn begî got mesele ne ew e ku divê meş heta Edirneyê bidome. Mesele ew e ku divê mixalif bigihin hevdu. Wî got mesele ne ew e ku dema girtîbûna wî biqede mesele ‘baweriya li edaletê’ ye.”
Hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yûksekdagê ji Girtîgeha Kandirayê ya Cûrreyê Fyê peyamek şand. Yûksekdagê got:
“Meşa ku berrêzê Kiliçdaroglû daye destpêkirin û dildarên ji hemî beşên heq û edaletê piştgirîyê didinê hatiye qonaxeka nû. Ez hêvî dikim rêya wan vekirî be.
“Em rêxistinek in ku nêzîkî 100 hevserokên şaredariyan hatine girtin, 11 parlamenter û hevserokên wê di girtîgehê de ne. Me dît ka edalet çawa li binê erdê dikeve.”(BK/MB)
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(NV/MB)
Meşa Edaletê:
Meşa Edaletê 19 roj in ku didome
Meşa Edaletê di roja 16emîn de berdewam dike
Kiliçdaroglû: Em li dijî hemî provakasyonan amade ne
Hin xwenîşandaran zibil rijand ber derîyê kampa beşdarên Meşa Edaletê
CHPyê îtiraza girtina Berberoglûyê parlamenter kir dadgehê red kir
Xwenîşandarek di “Meşa Edaletê” de ket krîza dilî û mir