Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Heyeta HDPê ku Hevserokê Giştî Selahattîn Demirtaş û Berbirsê Têkiliyên bi Derve re Hişyar Ozsoy jî di nav de bû, îro li navenda giştî bi heyeta Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES) ku Serok Sergei Stanishev jî tê de bû re re hevdîtin pêk anîn.
Piştî hevdîtinê Demirtaş û Stanishev daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.
Stanishev: Em ji ber geşedanên dawî bi fikar in
Sergei Stanishev di axavtina xwe de wiha got:
“Îsal cara 3an e ku ez tême Tirkiyeyê. Ji ber bûyerên dawî de diqewimin em gelekî bi endîşe ne. Em duh li Amedê bûn. Her du hevşaredar hatin girtin. Ev rewşeke sîstematîk e.
“Rewşa zêdeyî 20 şaredariyên li başûrrohilat bi vî rengî ye. Hevşaredar ji wezîfeyê hatin girtin, li şûna wan qeyûm hatin erkkirin. Li şûna endamên meclîsa şaredariyê jî qeyûm bi cih kirin.
“Em weke Partiya Sosyalîstên Ewropayê bêguman hurmeta me ji hiqûqê re heye, lê di mijara serxwebûna dadgeriyê de em bi fikar in. Em dibînin li dijî hemû dengên mûxalîf zext tê kirin.
“Di rojên dawî de 15 organên medyayê hatin girtin, zêdeyî 10 hezar xebatkarên cemaweriyê ji kar hatin derxistin. Avêtin ser Cûmhûriyetê ku yek ji rojnameyên kevn û bingehîn a Tirkiyeyê ye. Bêguman em ji ber van bûyeran bi endîşe ne.”
Demirtaş: Ti dadweriyeke li holê nema
Demirtaş jî di axavtina xwe de wiha got:
“Şaş e ku mirov bêje Hevşaredar Kişanak, Anli û Berdevka KJAyê Ayla Akat Ata re hatine girt. Demîrtaş Li holê dadgerî nîne. Ev yek şêweyekî revandinê ye, dîlgirtinê ye. Girtin nîn e.
“Hevalên me ji aliyê desthilatdariya AKPê ve hatine revandin û li cihekî jê re girtîgeh tê gotin, dîl tên girtin. Ev ne pêvajoyeke dadgeriyê ye. Navê vê ne girtin e. Navê vê revandin e, dîlgirtin e. Hevalên me hatine revandin, dîlgirtin. Em ê li dijî vê yekê têkoşîneke xurt bimeşînin."
Demirtaş got: "Divê gelê me, civak li dijî van hewldanên çavtirsandinê bi wêrekî tevbigere. Serdemên zextê ji xwe serdemên dînîtiyê ne. Li cîhanê rewşên bi vî rengî gelekî rû dan, hê jî li gelek welatan hene. Rejîmên bi vî rengî yên dane dû dîktatoriyê, heta ku civakeke çavtirsiyayî nafirînin, nikarin bi ser bikevin.
"Dixwazin parlamenteran bixin girtîgehê. Di hilbijartineke gengaz de jî dixwazin HDPê di binê bendê de bihêlin û 400 parlamenteran bi dest bixin. Lazim e civaka Tirkiyeyê vê bibîne. Ev gelekî eşkere û zelal e.
“Yekane astengiya li pêşiya vê dîktatoriyê, HDP ye. Eger HDP ji holê were rakirin, wê kabûsek bi ser her kesî ve bê û bi dehan salan dewam bike. Nikarin îro vê yekê bikin, ji ber ku em hene. Eger di hilbijartina pêş de HDP ji sedî 15, 20 ê dengan bi bistîne, wê xeyalên wan bibe kabûs.
“Amadekariyê dikin ji bo parlametnerên me bigirin. Lê belê divê her kes zanibe, li derve 6 mîlyon mirovên deng dane HDPê hene. Hemûyan bigirin jî wê nikaribin HDP'ê biqedînin. Bila ji vê piştrast bin. Em li girtîgehê jî bin, em xwedî wê hêzê ne ku li dijî AKPê serketinên mezin bi dest bixin."
(AS/YO)