Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk, Selahattîn Demîrtaşî ji Girtîgeha Edirneyê ya Cûrreyê Fyê nameyek şand.
Demîrtaşî da zanîn ku desthilatdarî hewil dide tirsê belav bike, tirs hesteka gelek mirovane ye lê wêrekî jî welê ye.
“Tekane rêya ku em tirsê wek mîratekê ji zarokên xwe re nehêlin, wêrekî ye.”
Wî eşkere kir ku divê parlamenter, rojnameger û dadgerên ji tirsan nikarin dengê xwe derbêxin dest ji karê xwe berdin û li mala xwe bitirsin. Ne heqê wan e ku tirsa wan zererê li civakê bike.
Name di malpera HDPyê de hat belavkirin.
“Mixabin desthilat ji tirsan zordariyê û tiştên nehiqûqî dike.
“Bila her kes bizanin ku em ê li dadgehên adil de vî hesabî ji wan bixwazin.”
(EKN/MB)