Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Dadgeha Cezayê Giran a 19an a Enqereyê hatiye dadgehkirin. Demîrtaş bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûye. Hişyar Ozsoy, Huda Kaya û Zeynel Ozen, Parlamenterên HDPyê û rêveberên HDPyê li salona dadgehê ya li Sîncanê doz şopandine.
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe de gotibû ku “rewşa wî ya girtî siyasî ye, divê demildest tehliye bibe”. Digel vê biryarê Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016an û vir ve li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê girtî ye.
Demîrtaşî di dema danişîna îro de derbarê pêşveçûnên di rojevê de ne nirxandin kiriye.
“Deng ji Edliyeya Enqereyê dernayê”
Demîrtaşî derbarê vîdeoyên Sedat Pekerî de gotiye, “Di vê dema ku ev zilam hemû xirabiyên sîstemê, rejîmê aşkere dike de em girtî ne.”
Beşek ji nirxandinên Demîrtaşî wiha ye:
“Îro roja Suleyman Soyluyan e. Dem dema wan e. Niha gotina wî pereyan dike. Tiştê xuya dike ev e. Tiştên derbarê Suleyman Soyluyî de tên gotin, hûn dixwazin bibêjin buxtan in, hûn dixwazin bibêjin lixwemikurhatin in, hun dixwazin bibêjin tohmet in, hûn çi dibêjin bibêjin, lê hin tişt tên gotin û deng ji Edliyeya Enqereyê dernayê.
“Lê bi gotinên dua sê şahidên nepen ez jî di nav de 30 rêveberên partiya me careke din tên girtin ku Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya bi ser wezareta Suleyman Soyluyî ve girêdayî ne ev şahit peyda kirine.”
“Em hîna jî behsa rewşa girtinê dikin”
“Îro serokê mafyayê derketiye û tu dibêjî qey Dewleta Komara Tirkiyeyê dîl girtiye. Ew bi xwe dibêje, bi trîpod û telefonekê dewlet dîl girtiye. Ev çawa çêbû?
“Para biryarên we yên dadgehên we di vê de hene. Lewma divê hûn vî tiştî sererast bikin. Çi lê biçe bila biçe. We ji wezîfeyê dûr dixin, lêpirsîna we dikin? Ka hûn alîgirên hiqûqê ne? Divê hûn bibêjin ku ‘We welêt têk bir birakno’. Divê hûn bibêjin ku ‘Hîna jî hûn zext û zorê li darazê dikin’. Divê hûn vê bibêjin ku ‘dadgeha me ti zext û zoran qebûl nake’.” (AS/FD)