Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtî ye di nameya xwe ya şandî de çend pirsan li serokê parlementoyê kir.
Selahattîn Demirtaş derbarê 10 parlementerên girtî û rewşa wan ê li girtîgehê de çend pirsan anî ziman ku serokê parlementoyê bibersivîne.
Her du Hevserokên Giştî yên HDPê jî tê de 12 parlementerên HDPê di 4ê Mijdarê de di encama serdegirtina malan û navenda partiyê de hatin binçavkirin û piştre 9 ji wan hatin girtin. Herwiha Parlementerê Colemêrgê yê HDPê Nîhat Akdogan jî di 7ê Mijdarê de piştî binçavkirinê, hat girtin. Bi vî awayî hejmara parlementerên HDPê yên hatine girtine derkete 10an.
Ji Demirtaş 6 pirs
6 pirsên ku Demirtaş ji serokê meclisê pirsiye wiha ne:
*10 parlamenterên parlamentoya ku hûn serokatiyê jê re dikin hatine bêyî ti biryareke hilanî hatine girtin. Gelo hûn ê derbarê vê yekê de bikevin nava hewlanê?
* 10 parlamenterên girtî hêjî di hucreyên tîpa f de di bin tecrîtê de ne? Gelo ji bo vê yekê wê ti hewldan an mudaxelekirineke we çêbibe?
* Digel ku di rewşa heyî de parêzbendiya parlamenteran berdewam dike jî, ev pêşniyaznameya pirsê jî di nav de, kontrolkirina hemû nivîsandinan hûn li gorî Rêziknameya Navxweyî ya Parlamentoyê û Makeqanûnê guncav dibinin?
*Li hemberî van kiryarên li ser parlamenterên HDPê yên ku mirov dikare weke êrîşeke li ser rêzdariya Parlamenê binirxîne, gelo hûn wisa difikirin ku bêdengiya li hemberî van tiştan tê wateya tunekirina parlamentoyê û siyasete?
*Weke serokê parlamentoyê gelo hûn difikirin li hemberî berdevkên Hikûmetê, Serokwezîr û Serokomar ên derbarê me de bêyî li benda pêvajoya destpêkirina dadgehkirinê bisekinin û derheqê me de biryarên teqez nîşan didin, tedbîrên parastina mafê dadgehkirina adilane bistînin?
*Hûn difikirin ku şert û merc û pêkanînên li hemberî 10 endamên parlamentoya hûn serokatiya wê dikin, di cî de lêkolîn bikin?
Çi bûbû?
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag parlementerên HDPê Ferhat Encu, Leyla Guven, Îdrîs Baluken, Îmam Taşçier, Selma Iramak, Nursel Aydogan, Ziya Pir, Gulser Yildirim, Sirri Sureya Onder, Gulser Yildirim îro destê sibehê di encama serdegirtina malan û avahiya navenda HDPê de hatibûn binçavkirin.
Heta niha Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Nûrsel Aydogan, Selma Irmak, Leyla Birlik, Gulser Yildirim û Selma Irmak hatin girtin.
Dema parlementerên HDPê dibirin dadgehê, Seroka Giştî ya DBPê Sebahat Tuncel jî li ber dadgehê ji hêla polêsan ve hat derbkirin û piştre hat binçavkirin. Derbarê Sebahat Tuncel de jî di 4ê Mijdarê de biryara girtinê hat dayîn û wê şandin girtîgehê.
(ÇT/YO)