Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş got: “Di nav tevahî saziyên Ewropa de PE pêvajoya li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, bi baldarî hewl dide fêm bike. Lê, em dixwazin ev hê şênbertir bibin. Mesela, têkîldarî pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê, pêwîst e PE xwedî însiyatîf be, komîsyonekê ava bike ku bê çawa dikare çareseriyeke mayinde pêş bixîne. Eger pêvajoyek aştiyê jî dest pê bike, divê bê fikrandin ku wê çawa çavdêriyek fermî bê avakirin.”
Selahattîn Demirtaş û heyeta ligel wî li Brukselê bi Serokê Parlamentoya Ewropayê Martin Schulz re hevdîtin pêk anîn û piştî wê hevdîtinê Demirtaş pirsên rojnamegeran bersivandin.
“Eger pê bikaribe wê dînîtiyên mezin bikin”
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş bi qeyûman desteserkirina şaredariyên DBPî jî bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Qeyûm danîn ser şaredariyên me û hevşaredarên me girtin. Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek 165 roj in girtiye û derneketiye pêşberî darazê, ev jî nîşan dide ku heta di eniya demokrasiyê de berxwedanek mezin dernekeve wê Tirkiye herikandina xwe ya ber bi karesatê bidomîne. Ev tevahî dînitî ne, peyame me jî ev e; asta zextên li dijî me çi dibin bila bibin em ê ti gavan bi paş ve navêjin. Tirkiye, li gel daraz û girtinan, dikare heta înfazên siyasî jî biçe. Em li ser esasê demokrasî û azadiyê ne, em ê ji pîvanên xwe dûr nekevin.”
“PE dikare bi awayekî fermî înîsiyatîf hilgire”
Demirtaş bi lêv kir ku ji şerê li Tirkiyeyê Erdogan û AKPe berpirs in, wiha pê de çû; “Ev stratejiya şer a Erdogan hem Tirkiye hem Sûriye, Irak û herêmên Kurdistanê bêîstîqrar dike. Ev bêîstîqrarî li Ewropayê wek pirsgirêka ewlehiyê û krîza penaberan derdikeve pêş. Çareseriya tevahî pirsgirêkan jî çareserkirina pirsgirêka Kurd e.”
Demirtaş anî ziman ku PE bûyerên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, got; “Bi taybet jî piştî hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmehê, PE pêvajoya li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne. Bawer im demek nêz wê heyeta raportor a Tirkiyeyê serdanekê bike û di cih de jî rewşê bişopîne.
“Di nav tevahî saziyên Ewropa de PE pêvajoya li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, bi baldarî hewl dide fêm bike. PE ne mîna Konsey û saziyên din ên YE ne, hê hestiyartir e, tespîtan dike û mudaxeleyan pêş dixe. Lê, em dixwazin ev hê şênbertir bibin.
Mesele, Têkîldarî pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê, pêwîst e PE xwedî însiyatîf be, komîsyonekê ava bike ku bê çawa dikare çareseriyeke mayinde pêş bixîne. Eger pêvajoyek aştiyê jî dest pê bike, divê bê fikrandin ku wê çawa çavdêriyek fermî bê avakirin.”
“Pêşîgirtina van dînitiyan jî refleks û bertekên civakê ne. Ez careke din li vir bang li gelê xwe û raya giştî ya Tirkiyeyê dikim, em rê nedin van dînitiyan.”
(YY/YO)