Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaşî eşkere kiribû ku ew ê îro digel Abdullah Zeydanê parlamenter dest bi greva birçîbûnê bike.
Demîrtaşî li ser grevê îro peyamek şand û eşkere kir ku parlamenteran ti daxwaz ji bo xwe nînin.
Hin beşên peyama Demîrtaşî ev in:
“Girtîyên ji ber sedemên siyasî an jî edlî hatîn girtin mafê wan heye miameleya wek mirovan li wan bê kirin.
“Li girtîgehên Tirkiyeyê mûameleya neqanûnî, ne insanî û keyfane li girtîyan tê kirin ji ber vê yekê 40 roj in ku girtî di greva birçîbûnê de ne.
“Me parlamenteran ti daxwazên ji bo xwe nînin. “
Duhî eşkere kiribû ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bike
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaşî duhî peyamek şandibû û eşkere kiribû ku ew ê îro digel Abdullah Zeydanî dest bi greva birçîbûnê bike.(EKN/MB)