Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş got: ‘HDP nûnerê girseya ku di nav civakê de pirsgirêka sereke dijî ye. Gazînekirina HDPê nîşanê me dide ku li Tirkiyeyê pirsgirêk wisa hêsanî çareser nabe.’
Li gorî nûçeya Yuksekova Haberê Selahattîn Demirtaş di sohbeta xwe ya bi rojnamegeran re got ku gazînekirina HDPê ferqmeyilî ye û bêqilî ye.
Serokomar Erdogan ji bo hewldan û feraseta wan ê li dijî derbekirinê spas ji wan re bike îro Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli gazî qesra xwe kiribûn, lê Hevserokên HDPê nehatibûn gazîkirin.
‘HDP nifteya demokrasiyê ye’
Selahattîn Demirtaş di axaftina xwe de wiha got: ‘Ev yek nîşan dide ku wan hê jî encamên hewldana derbekirinê fêm nekirine. Li Tirkiyeyê nifteya demokrasiyê HDP ye û civaka ku piştgiriyê dide wî ye.’
Demirtaş got: ‘Yê ku bûye sedema derbeyê feraseta ku dixwaze pirsgirêka kurd hewaleyê leşker-artêşê kiriye bi xwe ye. Eger niha dîsa rabin bêjin ku em ê vê pirsgirêkê di bin banê ‘Eniya Tirk’ de çareser bikin, bi xwe dizanin. Lêbelê ev nêzikatî gelek şaş e.’
‘Li dijî HDPê hêrs û dijminatiyeke mezin pêk tînin. Ji ber ku partiya ku herî zêde muxalifê AKPê, HDPê ye. Hilbijartinên 7ê Hezîranê û 1ê Mijdarê di rastiya xwe de di navbera HDP û AKPê de derbas bû.’
‘Ev yek çareserî nîn e’
Demirtaş ragihand ku gel bi her awayî dikare were cem hev du lê siyasetmedar vê yekê pêk nayni û got: ‘Ka di kîjan mijarê de li hev nekirine ku di vê mijarê de jî li hev nekin. Lêbelê ji ya ku pêk tînin de ti encameke bo çareseriyê dernakeve. Yê ku di her mijarê de ji wan cuda difikire em in.’
Demirtaş di dawiyê de got: ‘Divê ew 3 partî bi me re li hev bikin. Dema ku ew 3 partiyên ku xwediyê heman ferasetê ne, hatin cem hev pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser nabin.’
(YY/YO)