Ji bo nûçeya Tirkî
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş derbarê gotinên Erdogan yên derheqê welatîbûna penaberên Sûriyê de got: ‘Eger tu zef bi xwe bawer î, derbarê wê yekê de referandûmê bike ka em binêrin gel dibêje çi. Piştî kordînasyoneke baş kî bixwaze dikare bo welatîbûna TCyê serlêdanê pêk bîne. Qanûna derbarê welatîbûnê diyar e û ew yek bi wî awayî pêk tê.’
Demirtaş di komcivîna partiya xwe de axivî û wiha got:
Bosna, Şirnex..
‘Li Bosnayê 21 sal ewil qirkirineke mezin hate kirin. Hêjî weke abîdeya rûreşiyê li holê ye. 21 yek roj ewil heman tiştî li Şirnexê, Cizîrê pêk anîn. Ew bi bêdengiya li Bosnayê xapiyan û bi vî awayî wê qirkirinê pêk anîn.’
‘Qirkirinê hêjî didomînin. Zêdeyiyê Tirkiyeyê bi wê yekê agahtar jî nîn e. Weke mînak Şirnex yek ji 81 wilayetan e û niha ji holê hatiye rakirin.’
Sûcê şerê
‘Ji vê yekê re dibêjin têkoşîna li dijî terorê. Ew kesên ku li wir dijîn dizanin ku ew yek ji bo çi û ji hêla kî ve tê kirin. Lêbelê yên li Trabzonê, Tekirdagê nizanin.’
‘Ji binî ve wêrankirina wargehên sivîlan, mal, milk û bajaran sûcê şerê ye. Ew qesabên sirp ku li Bosnayê heman tiştî pêk anîn ji ber wê yekê têne darizandin.’
‘Em behsa apartmaneke nakin. Bajêr ji bîna vê tê hilweşandin. Niha jî kepçe û dozer dixebitin. Ti eleqeya vê yekê bi terorê re nîn e. Tenê sûcê wî gelê ew ku ew kurd in û serî li hemberî AKPê danaynin.’
Lice
Demirtaş derbarê operayon, şewat û qedexeya li Liceyê de axivî û got:
‘Li Liceyê di bin navê operasyonê de fiyaskoyeke mezin pêk hat. Min jî li wir parêzertî kir. Bêyî leşkeriyê, bêyî lihevkirina bi wan re ti keseke nikare hilberîn û firotina kenevîrê bike. Hemû gelê Liceyê weke terorîst îlan dikin û çiya û banî bombe dikin û dibêjin em keneviran paqij dikin.’
‘Here ji wê fermandarê xwe bipirse. Fermandarê te bi xwe heta ku payê xwe hilne de gelo destûrê dide kenevîran? Armanca wan ew e ku gelê Liceyê sûcdar bikin. Eger sûcdar hebin herin wan bigirin. Hûn çima bi balafiran gund û daristanan bombe dikin. Yên ku li Liceyê li Sûrê pêk tên, ev in.’
‘Gelo ti kesî ji Îsraîlê lêborîn bihîstiye?’
‘Qetlîama Mavi Marmarayê, meseleya Qaze-Filîstinê gişkî kirine materyalê polîtîkaya navxweyî. Em nabêjin bazirganiyê nekin. Bila bi her kesî re bikin. Lê bêexlaqî ye ku vê yekê li welêt di bin navê dijmintayiya bi Îsraîlê re pêk tînin.’
‘Gelo ti kesî ji Îsraîlê lêborîn bihîstiye. Meseleya dayîna tazmînatê heye. Dibêjin ku wê 21 milyon dolar pere bidin weqfê. Kî pê dizane, belkî karsazên tirk ji ba xwe ve wê pereyê bo Îsraîlê dabe.’
Rûsya
‘Niha şaredarekî ji partiya netewperest xwestiye ku malekê bi de pîlotê rûsî ya ku di êrişa artêşa tirk de hatibû kuştin. Vê yekê eger me bigota, em ê ji welatîbûnê jî bihatibûna derxistin. Rasterast û bi awayekî zelal lêborînê ji Pûtînî xwest.’
(YY/YO)