Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş di komcivîna partiya xwe de axifî.
Selahattîn Demirtaş diyar kir ku têkiliyên her sê partiyên AKP, CHP û MHPê bi Cemaeta Gulen re heye û got ku di rastiya xwe de hukimet naxwaze ku Fetullah Gulen radestiyê Tirkiyeyê bikin.
Demirtaş destnîşan kir ku eger Gulen were radestkirin û ew her tiştê diyar jî bike, wê HDP tenê li holê bimîne û ji ber vê yekê hukimet naxwaze ku Gulen bête îadekirin û hukimet ji bo vê jî wêneyên îşkencekirinê bi xwe servîsê medyayê dike.
Axaftina Demirtaş bi vî rengî ye:
Rewşa li girtîgehan
Demirtaş bal kişand ser bandora OHALê ya li girtîgehan û diyar kir, mafê axaftina bi rêya telefonê ji hefteyekê kirine 15 rojan carekê, mafê hevdîtina girtiyekî bi 3 kesan re hatiye betalkirin û hevdîtina girtiyan bi xizmên xwe û parêzeran re hatiye qedexekirin.
Demirtaş da xuyakirin, ku ji pêkanîn û îşkenceya li girtîgehan, yekser Wezîrê Edaletê berpirsyar e û got: "Eger li welatekî mafên mirovan li girtîgehan tine be, hingî li ti cihî tineye."
‘Kesî kes nexapandiye’
Demirtaş li ser hewldana darbeyê û rewşa piştî darbeyê ev tespît kir: "Kesî kes nexapandiye. Erdogan jî, Cemaet jî ji bo heman armancê xebitîn. Ji bo bidestxistina dewletê, we jî bi wan re hevkarî kirin, tifaq kirin. AKP û Cemaet dema ji xwe bawer kirin ku bi têra xwe mezin bûne, herduyan rabûn xiyanet li hev kirin. Peymana navbera xwe xera kirin. Peymana 'bi hev re bidestxistina dewletê' xera kirin. Sedema şerê navbera wan ev e. Armanca wan yek bû. Hevkarî bi hev re kiribûn."
Demirtaş da xuyakirin, ku lêborîna ji ber 'xapandinê' jî sûcê hatiye kirin sivik nake û got, "Hûn ji vê 'xapandinê' poşman jî bûbin, herî zêde hûn dikarin ji qanûna poşmaniyê sûdê werbigirin.
‘Hûn 30 sal li pey wî meczûbê çûn û hatin’
Demirtaş wiha dewam kir: "We 30 salan dan dû kesekî hişê xwe avêtiye. Yekî din sibê rabe bêje min Hz. Pêxember di xewna xwe dît, gelo çi garantî heye ku hûn nedin dû wî jî? Hûn 30 salan li pey wî meşiyan, dest û lingê wî maçî kirin. Ya rast naxwazin Gulen bê îadekirin. Xwedê zane, dema were dibe ku qala hin tiştan bike. Eger bê vê derê û qala tiştên pê dizane bike, Xwedê bistirîne wê Tirkiye li sîstema yek partiyî vegere. Ji ber ku em ê bi tena serê xwe bimînin.
‘Naxwazin Gulen bê radestîkirin’
Demirtaş got: Naxwazin were, ji ber vê yekê nîqaşa îdamê dikin. Eger li welatekî nîqaş li ser îdamê hebe, yan jî îdîa li ser îşkenceyê hebe, îadekirin nepêkan e. Halbûkî binêrin bê derket û çi got. Got; 'Em ê welê ceza bikin, ku wê li ber me bigerin, ku em wan bikujin'. Dibe ku derkeve holê ku dewleta esîl Gulen bi xwe ye, ev bûne paralel."
‘HDPê nikaribû kirinê we yê ligel Gulen re ji bîr bikirira û bihata wir’
Demirtaş di dawiya axaftina xwe de got, "Birêz Nûman Kûrtûlmûş duh we gotin, Stenbol jî di nav de li 81 bajaran şahiya demokrasiyê heye. Qet nebe we Şirnex nexistibûna nava van. Li wir mirov nîne, qedexe dewam dike. Hê jî Şirnex tê xerakirin, pêşkêşî muteahîtên sercerdevan hatiye kirin. Ji bo hilweşandinê jî bi trîlyonan pere tê dayîn. Naxwazin qedexe bê rakirin. Lê belê, bi biryar in ku temamiya Şirnexê hilweşînin. Heman tişt anîn serê Cizîrê, Sûrê. Bi heman armancê dixwazin Cizîr û Geverê bikin bajar."
(EKN/YO)