Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê bi îdiaya heqaret li Ahmet Davûtoglû, Serokwezîrê demê kiriye tê dadgehkirin.
Demîrtaş dema Hevserokê Giştî yê HDPyê bû, di 27ê Sibata 2016an de li Mêrsînê di civîneke partiya xwe de axivibû. Bi îdiaya ku heqerat li Davûtoglûyî kiriye, doz lê hatibû vekirin.
Dadgehkirina Demîrtaşî li 14em Dadgeha Asliye Cezayê ya Mêrsînê pêk hatiye. Demîrtaşê ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê girtiye, bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûye.
“Dozgerî paraznameya min wernegirtiye”
Demîrtaşî di danişînê de wiha gotiye:
“Niha di vê dosyayê de bêyî ku paraznameya min a derbarê esasê de werbigirin, nêrîn hatiye pêşkêşkirin. Serdozgerê Komarî bêyî ku li paraznameya min guhdar bike, nêrîna xwe pêşkêş kiriye. Ez dijhiqûqiya wê datînim aliyekî. Xuya ye ku ji bo Serdozgerê Komarî ne girîng e wê ji bo parastinê çi bê gotin an jî çi delîl werin pêşkêşkirin, ji ber wê bêyî li bendî paraznameyê bisekine, nêrîna xwe pêşkêş kiriye û xwestiye min ceza bikin. Ez dixwazim bi taybet balê bikişînim ser vê.”
“Doz beşek ji operasyona 4ê Çiriya Paşiyê ye”
Demîrtaşî gotiye ku 5 sal berê, di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016an de ew Hevseroka Giştî ya din, Fîgen Yuksekdag jî di nav de, li ser hev 12 parlamenterên HDPyî, bi operasyoneke siyasî hatibûn desteserkirin û girtin û wiha dewam kiriye: “Bi biryarên DMMEyê ev hemû girtin hatin pesendkirin ku bi armancên siyasî pêk hatine. Ev doz jî ango ev doza bi sedema heqaret li Serokomarê demê, Davûtoglûyî bûye, hatiye vekirin jî, beşek ji tacîza dadê ye ku li gorî van operasyonên siyasî yên di 4ê Çiriya Paşiyê de destpê kirine, pêk hatiye.
“Ez meraq dikim. Dozgerê fezleke an jî îdianameyên wê demê amade dikir, pêşbînî bikira û bizanîba ku wê Ahmet Davûtoglû ji AKPyê veqete û partiyeke cida saz bike, weke partiyeke mixalif karên xwe dewam bike, gelo wê dîsa ev doz vekira? Li gorî tecrubeyên xwe ez dibêjim, na venedikir.”
Demîrtaşî diyar kiriye ku ji ber Davûtoglû Serokwezîr bû, wî jî xebatên siyasî yên Davûtoglûyî rexne kiriye.
“Cidakarî li dijî Kurdan kirin”
Demîrtaşî li dadgehê fotografên wan bûyeran nîşan daye ku di sala 2015an de pêk hatine û yek bi yek behsa wan bûyeran kiriye: “Ez ji we re behsa fîlmekî tirsê nakim, ev hemû jî li vî welatî pêk hatin. Li dijî kurdan cidakarî kirin. Me bêrûmetî qebûl nekir, em ê nekin jî.”
Heyeta dadgehê daxwaza parêzerên Demîrtaşî ya berfirehkirina peyketinê, qebûl nekiriye. Di danişîna beriya niha de parêzeran xwestibû ku heyeta dadgehê bila ji Dadgeha Destûra Bingehîn bipirse, bê ka dadgehkirina Demîrtaşî li gorî qanûnan rast e yan na, heyeta dadgehê di vê danişînê de ev daxwaz qebûl kiriye. Dadgehkirin wê di 31ê Kanûna Pêşiyê de dewam bike. (KÖ/FD)