Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Selahattin Demirtaş, Hevserokê kevn ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Girtîgeha Edîrneyê, derbarê operasyona Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) ya il Gareyê de daxuyaniyek weşandiye. Demîrtaşî li ser hesabê xwe yê Twitterê mirina 13 leşker û polîsan de wiha gotiye:
“Ez qetilkirina 13 mirovên me yên di destê PKKyê de vekirî şermezar dikim. Ez êşa malbatan ji dil û can his dikim hu sersaxiyê ji wan re dixwazim. Ji ber tiştên qewimî ne ez gelekî xemgîn im.
“Xeflet e ku berpirsiyariya vê trajediyê bixin situyê HDP û mixalefetê ku li şûna rêyên dîplomatîk bi kar bînin, bi armanca şova siyasî operasyon li dar xistin. Ya ku divê hesabî bide gel desthilat e.
“Ya rast ew e ku di nava her şert û mercan de li djî çekan, tundkariyê, şerî derkevin û aştiyê peyda bikin.”
(EMK/FD)