Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaşê li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrenyê girtî, bersiva pirsên rojnameger Îrfan Aktanî daye.
Hevpeyvîn di malpera Arti Gerçekê de hatiye weşandin.
Demîrtaşî gotiye ku ew ê dest ji siyaseta aktîf berde û bersiva pirsa “Ji niha û pê de tê çi bike? Tê siyaseteke çawa birêve bibe?” daye:
“Beriya niha bi çend mehan, bin ji navenda me ya giştî re gotibû, encam çi dibe bila bibe, ez ê piştî hilbijartinê dest ji siyaseta aktîf berdim. Ez hîna jî li ser fikra xwe me. Ez bawer dikim ku hemû rêhevalên li derve bi dil û can têkoşînê didin, em ê vê pêvajoyê bi hêza xwe ya cewherî û serkeftinê temam bikin û di vê mijarê de baweriya min bi hemûyan heye. Rexne û pêşniyarên min ên li partiya me, bi temamî bi armanceke niyetpak e, erênî û ji bo tevkariyê ne. Bila ti kes hewl nede ku rexneyên min ji bo ziyandana HDPyê bikar bîne. Ez HDPyî me û ez ê wisa jî bim. Ez dixwazim hemû kes vê baş bizanibe.”
Demîrtaşî derbarê encamên encamên hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê de nêrînên xwe aniye ziman. Wî ji bo encamên 14ê Gulanê gotiye:
“Ez ne li bende wan encaman bûm. Ez li bendê bûm Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû jî zêdetir bistînin. Ez ji bo encaman hem xemgîn bûm hem jî ji ber mixalefet şeva hilbijartinê di rewşeke berbelav de xuya dikir, ez bihêrs bûm.”
Demîrtaşî ji bo encamên hilbijartina 28ê Gulanê jî gotiye:
“Kiliçdaroglûyî di hilbijartinê de bi ser ket. Lê di serî de bi hîle, bi dengên ji derveyî Tirkiyeyê û yên paşê kirine welatî û hin tiştên din, di fermiyetê de Erdogan di vê hilbijartinê de bi ser ket. Ti têkiliya van tiştan bi hilbijartin, demokrasi re nîne û ne ku îradeya gel encam diyar kiriye. Tiştên bûyî bi temamî operasyon bû.”
Ji bo tevahiya hevpeyvînê, bitikîne
(AS/FD)