Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Rêzan a Amedê ji bo çalakiya ji bo şermezarkirina girtina hevşaredarên Bajarê Mezin ya Amedê didome. Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş di çalakiyê de axivî.
Selahattîn Demirtaş di axavtina xwe de got ku hetanî Gultan Kişanak û Firat Anli serbest neyên berdan, ew çalakiyên xwe bi dawî nakin û diyar kir ku ji bo vê yekê derketina qadan jî mafeke meşrû ye.
Axavtina Demirtaş bi vî rengî ye:
"Dizanin ku bi riya hilbijartinê ve nikarin şaredariyan hildin"
“Dibêjin 'Bila Mûsilî Mûsilê bi rê ve bibin'. Lê dema mijar Şirnex be, Amed be, hingî faşîzmê dikin. We dest danîn ser şaredariyê, wê navê wê wê nebe nûner, wê bibe talanker. Li vê derê, me di gelek kampanyayên hilbijartinê de li ber xwe dan. Namzetên AKPê bi pere û hemû derfetên dewletê, bi bertîl û sozên 'peydakirina kar' kampanya meşandin. Lê me di nava zext û astengiyan de karê xwe kir. Tevî vê yekê jî em bi ser ketin. Di her hilbijartinê de me dengê xwe zêde kir. Lê hurmetê nîşanî vê nadin.
“Baş dizanin ku bi hilbijartinê nikarin şaredariyan bi dest bixin. Dizanin ku ev mijar ji bo wan hatiye girtin. Jİ ber ku her rêbaz ceribandin. Bi tenê tiştek di destê wan de ma, ew jî dizî ye. Ji xwe baş ji vî tiştî fêhm dikin. Şaredarî vîna herêmî ya gel e. Eger dizek bikeve mala we û malên we bi xwe re bir, lê hûn bêdeng man, hingî hûn ê rûmeta xwe winda bikin. Dixwazin rûmeta me ji dest me bigirin. Em ê li ber vê rabin.
“Wê Hevşaredarên me binçav kirin û rabin bêjin protestokirin qedexe ye. Wê êrîşî mirovên protesto dikin bikin. Êvarê jî di medya wan de wê rabin bêjin HDP li Amedê qediya. Em hînî derewên van bûne, lê hîn hin mirov hene ku ji derewên wan bawer dikin."
“Derketina qadan mafeke meşrû ye”
“Tu, ew kesê li Qesrê, yên li derdora xwe, wezîrên xwe bîne. Tu dikare mirovên xwe ji derve jî bîne, serbest e. Em bi rengekî wekhev derkevin meydana Amedê. Em ê hingî bibînin bê kî dikare bi kê. Gelo tu diwêre? Na. Gelo ji te tê ku li van kolanan bigere?
“Bêyî li ber xwe bikevin, zext û zordariyê dişidînin. Ji bilî zextê, tiştek di destê wan de nemaye. Bi Rewşa Awarte li ser piyan e. Xwepêşandan qedexe ye, meş qedexe ye, siyaset qedexe ye. Jê heye, eger qedexeyan hinekî sist bike wê Qesr hilweşe.
“Ji bilî me kes nikare li ber rabe. Her kes tirsiya, her kesî serî li ber Qesrê tewand. Di çarçoveyeke aştiyane û demokratîk de em ê li 81 bajaran, li her cihê hêza me lê heye, 5 kes an jî 10 kes, em ê dakevin kolanan. Derketina derve mafeke meşrû ye.”
“Ew li ser kar in lê Kişanak û Anli binçavkirîne”
“Hêz axaftina min neqediya, dozgerên Qesrê rabûn lêpirsîn vekirin. Madem hûn ewqasî bi lez in, binêrin waye dizên herî mezin ên cîhanê, destekvanên herî mezin ên terorê li Enqereyê ne. Lêpirsînê li wan vekin. Gelo dozgerek nîne?
“Gelo ev serweta mezin bi mûçeyên şaredariyê bi dest xistin? Ev kesênhan li ser wezîfeyê ne, lê Gultan Kişanak û Firat Anli girtîgehê ne. Em nikarin vê qebûl bikin. Hewl didin vê neheqiyê normal nîşan bidin. Vê qebûl nekin.”
“Divê em dengên xwe bilind bikin”
Demirtaş destnîşan kir, ku divê her kesek xwe weke endamê partiyê bibîne, bi vî rengî tevbigere û got: "Her êvarê divê li nava malan bigerin. Em ê nîşan bidin ku ji bilî Xwedê em ji kesî natirsin. Di salên 90î de ne telefonên destan hebûn, ne înternet, ne jî televîzyon.
“Em li nava malan geriyan, me bi hêza însanan xebat meşand. Ya ku nikarin asteng bikin, ev e. Bila her kes li taxa xwe li nava malan bigere, bixebite. Bila her kes bi erka xwe rabe."
(YY/YO)