Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê êrîşa nîjadperesta li Meramê, navçeya Konyayê de daxuyaniyek daye.
Demîrtaşî bi rêya parêzerên xwe mesaja xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandiye û wiha gotiye: “Bila rehma Xwedê li birayên min be ku li Konyayê de di encama qetlîama hovane de can dane, ez sersaxiyê ji xizm û hemû gelê me re dixwazim, êş, xemgîniya wan ji dil his dikim û par ve dikim.”
Bixwîne-Li Konyayê êrişa nijadperest: 7 kes qetilkirine
Bixwîne-Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov desthilat e
Bixwîne - Qetlîama li Qonyayê: Hejmara desteserkiriyan bûye 14
Demîrtaşî di dewama mesaja xwe de bang li gelî kiriye û gotiye ku “bêhêvî û bêçare nebin û xwe bêkes his nekin”?:
“Çi Tirk çi Kurd pêşniyara min a nacîzane ji hemû gelê me re ev e: Guh nedin zimanê nefretkirinê, polîtîkayên cidakariyê û sitûyê xwe jî xwar nekin. Şert û merc her çi dibin bila bibin her car bi aqil û bi sebrê em tev bigerin. Em xwe bispêrin wijdana hevpar ne hêrsê.
“Em ji bo dem û devereke ku hiqûq lê kar dike û edalet lê heye kar dikin. Ji ber vê jî nebî nebî bêhêvî û bêçare nebin û xwe bêkes his nekin. Dibe ku hinekî zehmet be lê teqez em ê aştî, demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê pêk bînin.”
Çi bûbû?
Di 30ê Tîrmehê de li Taxa Hasankoyê ya Meramê, navçeya Konyayê êrîşkaran bi çekan êrîşî mala Dedeoglûyî kiribû, heft kesên li malê bûn, kuştibûn. Paşê jî agir bera malê dabûn û reviya bûn.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên agirkujiyê çûbûn malê. Piştî agir hatibû vemirandin cesedê Yaşar Dedeoglû, Bariş Dedeoglû, Serpîl Dedeoglû, Serap Dedeoglû, Îpek Dedeoğû, Metîn Dedeoglû û Sîbel Dedeoglû hatibû dîtin.
Di 12ê Gulanê de komeke nêzîkî 60 kesan êrîşî malbata Dedeoglû kiribû ku 24 sal in li heman taxê dijîn. Koma nîjadperest di dema êrîşê de gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn " û 7 kes ji malbatê bi giranî birîndar kiribûn. Piştî êrîşê 7 kes hatibûn desteserkirin lê 5 ji wan serbest bûbûn.
(DŞ/FD)