Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaşî ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê peyamek ji bo Nobeta Wicdan û Edaletê rê kir ku li Amedê destpê kiribû û piştî Stenbolê li Wanê berdewam kiribû.
Peyama Demîrtaşî ji hêla Parlamenterê Wanê yê HDPyê Lezgîn Botanî ve hat xwendin.
Beşek ji peyama Demîrtaşî wiha ye:
“Sedema girtina me amadekariyên hilbijartina pêşwext e”
“Rêkeftina AKP û MHPyê dest bi amadekariya hilbijartina pêşwext kiriye. Sedema girtina min û hevalên min a di girtîgehê de ya dijyaseyê ev e.
“Sedema xistina parlamanterî û hevserokatiya Hevseroka me û Parlamentera me ya Wanê Fîgen Yuksekdagê ya dijhiqûqî jî amadekariya hilbijartina pêşwext e. Helbet em ê ji hilbijartinê netirsin.
“Divê em amadekariyê ji hilbijartinê re bikin”
“Destpêkê ez hemû gelên me vedixwînim ku di kongreyên navçe û yên bajaran de wezîfeyê bistînin û bi coş beşdarî van xebatan bibin.
“Meclîsên me yên jin û ciwanan divê ta taxan hemû rêxistinkirinên xwe temam bikin. Divê li hêlekê li hemberî neheqiyê li berxwe bidin û li hêlekê jî gelê me ji bo hilbijartineke muhtemel amada bikin.
“Hevşaredarên me û endamên meclîsan yên şaridariyan ên ku bi awayê dijhiqûqî wezîfeyan wan hatine xesbkirin û li şûna wan kayûmên AKPyê hatine tayînkirin, weke ku li ser wezîfeya xwe bin divê di nava gel de bin û di şîn û şahiyan de, li nexweşxaneyan, gel bi tenê nehêlin.
“Divê hemû parlamanterên me di hemû wextên xwe de di nava gel de bin û dertên wan, pirsgirêkên wan guhdar bikin, li gorî defetên xwe van çareser bikin.
“Dibêjin ku ev pêşbirka hilbijartinê pêşbirkeke wekhev e”
“Hevserokê Giştî yê AKPyê butçeya Serokomariyê xerc dike û bi vê civînên rêxistinên partiya xwe yên navçe û bajaran lidar dixe û em di nava şert û mercên girtîgehê de hewl didin wezîfeya xwe bikin.
“Ji vê re jî dibêjin ku ev pêşbirka hilbijaritê pêşbirkeke wekhev e. Divê hemû gelê me vê xapînokê bibîne.” (EKN/FD)