Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş got: “Me heta niha digot em hilbijartina pêşwext bikin. Lê qisûrê nenêrin, hilbijartin nîn e. Niha hetanî ku hevşaredarên me neyên berdan û nezivirin ser wezîfeya xwe, em dest ji berxwedanê bernadin.”
Ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli li ber avahiya şaredariyê çalakî hat lidarxistin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş, Hevserokê Giştî ya DBPê Kamuran Yuksek çûn avahiya şaredariyê û rewşa li wir di cih de dîtin.
Piştî wê yekê daxuyani ji çapemeniyê re hat dayîn û Selahattîn Demirtaş di axavtina xwe de wiha got:
"Em li dijî dadkirinê nîn in"
“2 rojin li tevahiya Kurdistanê înternet hatiye qutkirin. Ji bo rastiyan veşêrin înternetê qut kirine. Xebatkarên çapemeniyê yên li vir geşedanan dişopînin. Lê nuçeyan çêkin û bişînin ji navendên xwe re jî li wir ji tirsa qesrê nikarin biweşînin. Ger ku qanalên medya girtî bin, rastiya vir nayê dîtin. Lê em dê mal bi mal bigerin û rastiya xwe ji her kesî re bêjin.
“Hevşaredarên me bi rastî ger ku sûc kiribin û dizî kiribin em dê bi xwe wan darizînin. Ne hewce ye kesên din darîzinin. Hevşaredarên me derfetên şaredariyê ji bo aştiyê pêşkêş kirin. Ger ku hûn dibêjn piştgirî dane terorê, wê demê li Şaredariyên Enqere û Stenbolê binerin. Me qurişekî şaredariyan pêşkêşî PKKê nekiriye. Tenê delîlekê nîşan bidin em qayilin. Hemû derew in. Tiştekî wisa tune ye. Yên ku çekan di DAIŞê re dişînin hûn in."
“Eger hûn li pey piştgirê terorê bin, wisa ne li Topbaş û Gokçek binêrin”
“Eger hûn li kesên destekê didin terorê digerin, wê çaxê berê xwe bidin Enqereyê, li Stenbolê binêrin. Li Topbaş, li Gokçek binêrin. Li yên ku nîvê Stenbol û Enqereyê dan cemaeta Gulen binêrin. Mufetîş çend roj in ji vir derneketin. Bila qurişekî bi tenê îspat bikin. Hemû derew in. Tiştekî bi vî rengî nîne.”
“Kes nizane ka çi xistina nav avahiya şaredariyê”
“Dibêjin ku hevşaredaran qanûna binpê kirine. Niha bi sert avahiya şaredariyê de girtine. Nahêlin parêzer û xebatkar biçin wir. Polîs bi serê xwe li wir lêgerînan dikin. Gelo tişteke wiha çêdibe? Li wir çi dikin, ka xistine wir kes pê nizane. Gelo em ê çawa baweriya bi dozgereke wiha bînin.”
“Aştiyê em ê bînin”
Hûn ê her tiştên ku we talan kirine, dizîne vegerînin. Em dixwazin wezîfeya hevşaredarên me radestî wan bikin. Hûn ê vîna gel radest bikin; ji bilî vê em tiştekî din qebûl nakin. Em serî natewînin. Em ê bi serbilindî li dijî we bisekinin. Her kes, heta serketinê wê dakeve kolanan û ji vê rêyê venegere. Yên serî li şîdetê didin, bila bi aqilane tevbigerin; ev gel ne mîha serê wê li ber kêrê ye. Em ê azadiyê bînin û em ê vê yekê bi berxwedanê bi ser bixînin."
(NV/YO)