Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş îro di komcivîna partiya xwe de axivî, diyar kir ku medya di bin sansurkirineke dijwar de ye û got: “Li hemberî hemû zext û zordariyan jî em ê dîsa hebûna xwe bînin ziman û em serî natewînin.”
Axavtina Selahattîn Demirtaş bi vî rengî ye:
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
“Erdogan ji mêj ve ye,ji dema ku ketiye nav siyasetê û hetanî niha tim bi pey xewna Amedê ketiye. Tim xeyala Amedê dike lê Amed tim jê re dibe şevreşk û xewê lê nahêle. Wan jî wiha, bi kîjan rêyê dibe bila bibe, dibêje, divê hûn bistînin.’’
“Rasterast bêjin şaredariya ku me nekariye di hilbijartinê de bi dest bixin, em ê bi dizîkirinê hilgirin. Em weke mînak 2 şaredariyan bînin ziman ku hûn qayûman lê erkdar bikin: Kadir Topbaş Şaredariya Stenbolê, Melih Gokçek Şaredariya Enqerê. Qayûman li şaredariya ku Enqereyê parsêl parsêl firotiye re erk bikin.”
“Meseleya girtina Kişanak û Anli ne meseleyeke ji rêzê ya darazê ye, parçeyek ji projeya teslîmgirtina civakê ye. Ji bo vê jî pênasekirina bi rengê ‘’girtinê’’ em rast nabînin; ev rehîngirtin e, revandin e. Hevalên me ji hêla çeteyên desthilatdar ve hatine revandin û li devereke ku jê re Kandira dibêjin rehîn têne girtin.’’
Operasyona li ser rojnameya Cumhuriyetê
“Li ser medayayê sansûreke giran heye. Ji ber ku tirs çawa têgerok be wêrekî jî têgerok e. Darbeya li ser çapemeniyê ji 15ê Tîrmehê û vir bi girnakirinê berdewam kir.
“Herî dawî ya ku bi serê Cumhuriyetê hatî hûn dizanin. Hesab dikin ku rojnameya Cumhuriyetê çawa bi dest bixin, qeyûmê bînin ser. Rojnameya Azadiya Welat ku rojane weşan dikir hate girtin, tekane ajansa jinan a li dinyayê JINHA hate girtin. Herî pir ji çi ditirsin hûn dizanin? Yek odeyek jî ku nehatibe teslîmgirtin ji wê ditirsin. Karê wî ev e. Ya ku jê tê payin ev e.
“Mesele ew e ku em ê çi bikin. Di vê rewşê de, pir girîng e ku em li cem hev bin, hev bigirin, teslîm nebin, lê ti wateya wê nîn e ku em tim di parastinê de bin.”
“Alternatîf desthilatdariya demokratîk e”
Selahattîn Demirtaş wiha got: “Yên li holê ne ne hukimet e, çete ye. Faliyetê çeteyan pêk tînin. Mafya jî bi raconê tevdigere lê ligel van ew yek jî nîn e. Ji wan jî kêmtir in.”
“Divê em weke Tirk, Kurd, Elewî û Sûnî dest bidin hev, berxwe bidin û wan têk bibin.”
“Di rewşê wiha de hevgirî gelek girîng e. Çawa ku sandoq were danîn divê em bi awayê muxalefeteke bi hêz desthilatdariya demokratîk weke alternatîf pêşkêş bikin. Ma qey em mecbûrê vê biloka faşîst in?”
(AS/YO)