Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku lîstikvanên fîlman Kadir Înanir û Jülide Kural çûyîn nîşandana şanoya “Dewran”ê wezîrê karên navxweyî, Suleyman Soyluyî ew kiribûn armanca rexneyan. Demirtaşî bersiva Soyluyî daye.
Hevserokê Berê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demirtaşî li Girtîgeha Edirneyê romaneka bi zimanê tirkî ya bi navê Devran(Dewran) nivîsîbû.
Roman wek şanoya xwendinê hatibû amadekirin. Kadir Înanir û Julîde Kuralê hevkarîya amadekirina şanoyê kirine.
Peyamên Selahattîn Demirtaşî li ser hesabê wî yê Twitterê hatine belavkirin, Demirtaşî gotiye:
“Julide û Kadir û hemî jinên li wê derê sembolên rûmetê ne. Hin pêşkêşkarên televizyonan jî tê de ew kesên ku ji civata lînçkirinê ne, dê di dîrokê de bi navê bêbextîyê cihê xwe bigirin.”
“Dewam bikin, dewran vedigere...”
(AS/MB)