Ji bo nûçeya Tirkî
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş îro di komcivîna partiya xwe de axivî. Demirtaş derbarê bidawîkirina pêvajoya çareseriyê û rakirina parêzbendiyên parlementerên HDPê de got: ‘Dixwestin ku em serê xwe li ber wan bitewînin. Ji ber ku nekarîn vê yekê pêkbînin, maseyê hilşandin.’
‘Ne hewceye ku tehlîl û anlîzên kûr û berfireh were kirin. Gelo yek rojnamegereke wêrek tine ku ji wî mêrikî re bêje ‘We çima mase hilşand?. Me ji bo rawestandina derbeyê pirsek wisa ji wan pirsî. Sedema niqaşên bo rakirina parêzbendiyên me ev e.’
‘Me bi wêrekî pirseke rast ji wan pirsî. HDPê di 7ê Heziranê de û 1 Sermawêzê de pêkanîna derbayê daye rawestandin. Me li dijî rejîma Erdogan serî danenî û pêvajoya siltanbûna Erdogan ji hêla me ve hat sekinandin.’
‘Derbeya Qesrê’
‘Mijara rakirina parêzbendiyan ne tenê pirgirêka parlementerên HDPê ye. Dixwazin vê yekê weke perçeyeke derbeya li dijî gel pêk bînin. Ev yek perçeyeke derbeya ku piştî serkeftina hilbijartinan hat kirin e.’
‘Tu derfet tine bû ku derbarê Mutabaqeta Dolmabahçeyê û hevdîtinên li Îmraliyê de nîqaşên têr û tijî were kirin. Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê ji HDPîyan hemû qanalên televizyonan hatin girtin. Em bûne welatekî yekqanal. Ew kesê li qesrê ye diaxive û her kes jî diweşîne.’
‘Ya ku di hevdîtinên li Îmraliyê û Mutabaqeta Dolmabahçeyê de ji Erdogan hat xwestin; çêkirina makezagoneke sivîl, demokratîk û azadîxwaz bû û PKKê jî piştî vê wê çek daniya.’
‘Me nexwest ku li bajarên me şer dest pê ke’
‘Di12ê Gulanê de li Amedê teqînek pêk hat. Îro diyar bû ku 15 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane.’
‘Ji malbatek 10, ji malbateke din jî 5 kesan jiyanên xwe ji dest dan. Bi awayeke zelal em vê yekê şermezar dikin. Ev yek bi tu awayê nayê qebûlkirin. HDP li hemberî tu bûyereke ku welatîyên sivîl hatibin kuştin de bêdeng nema ye. Me tu wext ne xwest kul i bajarên me şer biqewime.’
“Wê roja Erdogan jî were”
‘Behskirina ji rejîma Erdogan tirseke bêkêr e. Ji avakirina rejîmêk tu potansiyela wî nîne. Ancax bibe serdema Erdogan. Eger siyasetmedariya wî bi dawî bibe wê serdema wî jî xelas bibe.’
(YY/YO)