Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), siyasetmedarê girtî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa siyasî ya dawî de nirxandinên xwe weşandiye.
Demîrtaşê ku ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016an û vir ve girtî ye bi kurtasî wiha gotiye:
“Merheba. Ez pêşketinan di nava şert û mercên bi sînor de dişopînim. Divê em navê tiştên ku li welêt diqewime rast dînin. Ev demeke sîstema destûrî di pratîkê de tê guhertin û li şûna wê sîstemeke otorîtek û yekparêz tê avakirin. Û ev ne tenê bi rêbazên siyasî yên zelal tên kirin.
“Dema ev tê kirin hêza dewletê bi awayekî dijyasayî û bi xemnexurî tê bikaranîn. Hêzeke bi awayekî veşartî xwe di nava dewletê de bicih kiriye, bi operasyonên birêkûpêk ajandeya xwe gav bi gav pêk tîne. Lingê siyasî û darazê yê vê hêza veşartî û birêxistin heye. Lingê wê yê bürokrasî, medya û sermayeyê heye.
“Operasyona li ser me jî bi heman armancê, ji bo sîstemeke otorîtek û yekparêz were avakirin hate kirin, dikin. Derbarê wan kesan de di destê me de belge û delîlên hiqûqî yên xurt hene ku di komploya siyasî ya lidijî me cih girtine.
“Bila baweriya me 83 milyonan bi hev were, em destê xwe bidin hev. Em ê vê belayê derbas bikin û bi hev re Tirkiyeyê ber bi aramiyê de bibin. Lewre ev welat yê me hemûyan e. Em ê bi hev re demokrasiyeke bihêz ava bikin û di nava aramiyê de bi hev re bijîn. Li ber xwe bidin, hêvî û cesareta xwe ji dest nebin. Teqez wê başî bi ser keve.” (AS/FD)