Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ji bo referandûma guhertina destûra bingehîn a 16ê Nîsanê peyameke dawî şand.
Demirtaş di mesaja xwe ya ji Girtîgeha Edirneyê de şandiye got, “Biçin ser sindoqê û xwedî li dengên xwe derkevin.”
Demirtaş wiha berdewam kir:
“Nebêjin ku ez biçim ser sindoqê jî wê encam neguhere. Dibe ku dengên we bextê civakê û welêt diyar bike. Tekez biçin ser sindowê û di çarçoveya prensîba hilbijartina vekirî de jimartina dengan bişopînin û xwedî li dengên xwe derkevin.
“Xwedî bê erê em ê êvara referandûmê ne di ‘yek zilamî de’ di yek dilî de bigihêjin hev. Ez hêvî dikim ku encamên referandûmê li ser xêrê be. Silav û rêz”. (BK/FD)
Fotograf: Beyza Kural / Mayıs 2015 / bianet