Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ebrû Gunay, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xistiye û mijarên di rojevê de ne, nirxandiye.
Gunayê gotinên Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomarî bibîr xistiye ku Erdoganî di axavtina xwe de Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê HDPyê kiribû hedef.
Gunayê wiha gotiye:
“Partiya me û hêzên demokrasiye hedef in lê hemû Tirkiye zirarê dibine. Bi vê rewşê re desthilatdar gefan li demokrasiyê, mafên mirovan û hiqûqê dixwe.
“Hîna duh bû ku Erdoganî careke din gef xwar. Erdogan ji bo Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên me yên giştî yên berê û hevalên me yên dîlgirtî li hundir bên girtin, careke din ferman daye darazê.
“Got ku ‘Em ê mafê Demîrtaşî neparêzin. Nabe derfeteke wiha bidin Demîrtaşî. Em nikarin lê li ber tehliyekirina wî vekin’ û bi vê careke din li xwe mikur hat ku Demîrtaş û bi hezaran HDPyî rasterast bi fermana wî li hundir tên girtin.”
"Daxwaza girtiyan daxwaza me ye"
Gunayê her weha behsa greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike kiriye û wiha gotiye:
“Birêz Abdullah Ocalan 22 sal in bi tecrîdek giran re rûbirû ye. Birêz Ocalan di pêvajoya çareseriyê de nîşan da ku Tirkiye çawa digihîje aramiyê. Yên ku wê serdemê ji me re digotin ‘hûn bi tene dikarin fîlmê pêvajoya çareseriyê çê bikin’, 5 salên dawî welat ber bi fîlmê tirs û xofê ve birine û bi senaryoya fîlmê tirsê welat birêve dibin. Tekane rêya rizgariya ji vê yekê bidawîkirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan e. Pirsgirêk bi rêya diyalog û müzakereye dikarin werin çareserkirin. Rêya rizgariya ji vê rabloya tarî serî rakirina li dijî zext û êrişan e.
"Vaye ji bo vê çareseriyê ji nûve li girtîgehan ji bo rakirina tecrîdê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Em vê yekê pir eşkere destnîşan dikin; Daxwaza çareseriyê ya girtiyên ketine greva birçîbûnê, daxwaza me ye. Heta ev daxwaz werin bersivandin û pejirandin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji bilî ku Tirkiye van daxwazan qebûl bike tu rêyek û şansek wê dinê nîne." (DŞ/FD)