Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş û Parlementerên HDPê Ziya Pir di îfadeyên xwe bi awayekî hevpar metna parastinê xwendin.
Selahattîn Demirtaş piştî îfadedayînê bi daxwaza girtinê sewqî dadweriyê hat kirin.
Di wê metna parastinê de wiha gotin:
“Li parlementoyê jî li zindanê jî em ê her tim ramanên xwe biparêzin û ji bo vê yekê em ê berxwe bidin. Hûn nikarin vê berxwedana me bifetisînin.”
Hevserokên Giştî yên HDPê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş, Parlementerên Şirnexê Ferhat Encu û Leyla Birlik, Parlementerên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, Parlementerên Amedê Îdrîs Baluken, Nûrsel Aydogan, Ziya Pir, Parlementerê Enqereyê Sirri Sureya Onder û Parlementera Mêrdînê Gulser Yildirim îro destê sibehê di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Parastina Hevpar
Metna parastina hevpar yên parlementerên HDPê bi vî rengî ye:
“Tu hêvî û daxwazek min ji we tune ye. Ji ber xebatên min ên siyasî ancak gelê min ê ez hilbijartîm dikare min bi darizîne."
"Partiya min di hilbijartinên 7ê hezîrana 2015an de ji 6 milyonî zêdetir deng girtin û ket parlementoyê. Ji bendava %10 derbas bû û 80 parlementer birin meclisê. Vê yekê îktîdara AKPê ya bi serê xwe bi dawî kir. Tayyip Erdogan li hemberî îradeya gel rêz negirt û avakirina hikûmeta koalîsyonê asteng kir. Di vê navberê de dawî li pêvajoya çareseriyê anî. Ji ber ku encamên hilbijartinê kêrî karê wî nehat şer da destpêkirin û şewat berda welat. Ji ber hawira şer a hatî afirandin welatiyan bi tirs û xofa ewlehiyê, di nav şokbûnekê de tev li hilbijartina ji şert û mercên wekhevî û adîl dûr, bû. Erdogan bi awayek bêrê û rêbaz, parlemento, daraz fes kiriye.
Li aliyê din, di dema Serokwezîrtiya xwe de gelek sûc kirine. Ji rişwet, dizî, pakandina pereyê qirêj, qulkirina ambargoya navneteweyî ya li ser Îranê, piştgiriya komên terorîst ên li Suriyeyê gelek sûcên mezin kirine. Ji bo xwe ji van sûcan xilas bike li hemberî darazê darbe pêk aniye, bi zordariyê daraz kontrol kiriye. Ji bo bi tevahî sûcên xwe veşêre dixwaze tevahiya rayeyan bigire destê xwe. Ji bo vê welat xistiye nav pêvajoyek şer a dijwar. Ji bo rejîma diktatorî ava bike, hemû rê û rêbazan pêk tîne.
Erdogan li hemberî rejîma xwe ya dîktatorî astenga herî mezin wekî HDP dibîne. Ji ber ku partiya me di hilbijartinên 1ê Sermawezê de bi 59 parlementeran ket parlementoyê, Erdogan nikare Makeqanûnê li gorî xwe çê bike û rejîma dîktayê ava bike. Ji bo vê bi armanca hejmara 367 parlementeran bi dest bixe, dixwaze hilbijartinek pêşwext an jî herêmkî pêk bîne."
Di berdewama parastinê de rêgezên HDPê yên wekî neteweya demokratîk, pir zimanî, pir çandî, demokratîk, ekolojîst tên vegotin û yekîtiya gelên tirk, kurd, ereb, ermen, tirkmen, çerkez, baweriyên suryanî, êzidî, mihelmî û derdorên din ên cuda tê bi bîrxistin. Di parastinê de bi taybetî li ser helwesta HDPê ya di warê azadiya jinê de tê destnîşan kirin û rêjeya jinê ya di nav siyaseta demokratîk a HDPê de tê vegotin. Hewildanên HDPê yên ji bo aştiya civakî tên daxuyandin û têkoşîna wê ya ji bo aştiyê tê destnîşankirin.
HDP êrîşên li hemberî parlementeran û darizandina parlementeran jî wekî tehdîdet li hemberî van daxwazên mirovîn dinirxîne. Parastin bi biryardarî û hêviya ku dê bi têkoşîna hevpar pêşiya faşîzma tê xwestin bê avakirin, bigire û têkoşîna demokrasiyê dê serbikeve.
Daxwaz û hêviyek min ji we tune ye. Ancak gelê min dikare xebatên min ên siyasî bidarizîne."
(AS/ÇT/YO)