Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzi bitikîne
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ji bo daxuyaniya Serokwezîr Bînalî Yildirim ku derbarê parlamenterên HDPê yên doz li wan hatine vekirin de gotibû 'wê tepetep bên û îfade bidin' de ev bersiv da: “Bi çi awayî çûn an neçûna me, ne karê Serokwezîr e.”
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş, beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe pirsên rojnamevanan bersivandin.
Demirtaş derbarê gotinên Yildrim de wiha axivî:
“Der heqê me de zêdeyî 550 dosya hene. Der heqê min de 102 dosya hene. Dadgeh wê teblîgatê bike. Li pêşberî vê jî helwesta me diyar e. Eger biryara anîna bi zorê bidin, hingî karê hêzên ewlekariyê ye ku vê biryarê pêk bîne yan jî nîne.
“Erk a dadgehan e, ne ya Serokwezîr e. Beriya her tiştî, Serokwezîr radibe di mijara çûye ber destê dadgehê de daxive. Ev yek bi tena serê xwe nîşand ide ku dadgeh serbixwe nînin, di nava dadgeriyê de sîstemeke hiqûqê nîne.
“Merro”
Li ser daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, ku der barê bicihkirina qeyûman li şaredariyên DBPyî de ji siyasetmedarên kurd re gotibû "Ya herro ya merro, yên ji hêza dewletê fêm nakin, wê bersiva pêwîst were dayîn" de Demirtaş ev bersiv da:
“’Ya herro ya merro' du alternatîf in. Eger herro nebe wê merro bibe. Ew bi kêfa xwe."
Pêla Şovenîzmê
“Di nava sîstemekê de ku dozger û dadger di bin fermana siyasetê de ne, nepêkane darizandineke adîl bê kirin.
“HDP, ji bo aştiyê partiya herî girîng e. Lê niha bi destê dadê dixwazin ku HDPê tesviye bikin.”
“Piştî hewldana darbeyê firsendeke girîng ketibû destê Tirkiyeyê. Ev firsend ji bo pêkanîna aştiya navxweyî bû. Hikûmetê nexwest vê binirxîne, berovajî xwest pêla şovenîzmê bafirîne û li dora vê yekê jî 'yekîtî-hevgirtinê' çêbike. Sedema zêdebûna êrîşên li dijî HDPê jî ev e.
“Berê nîjadperestên Tirk dan me û xwestin ji vir dengan bi dest bixin. Meseleya qeyûman a li dijî şaredariyan jî ev e. Meseleya rakirina destnedana parlamenteran jî ev e. Sedema sûcdariyên li me tên kirin jî ev e.”
“Berpirsyarê vê yekê Serokwezîr bi xwe ye”
“Niha Serokwezîr radibe fermanên gelekî xetere û li derveyî hiqûqê dide waliyan. Ji wan re dibêje 'Ji kirina şaşîtiya netirsin'. Ev tê çi wateyê? Tê wateya; hûn dikarin li derveyî hiqûqê tevbigerin, hûn dikarin mirovan mexdûr bikin, bi rehetî vê bikin, em li pişt we ne.
“Ji vê kêliyê û pê ve berpirsyariya siyasî û hiqûqî ya her sûcekî ji aliyê waliyan ve bê kirin, Serokwezîr e. Bila waliyên li gorî vê fermana Serokwezîr tevbigerin jî zanibin, roj wê bê, çawa ku îro ji FETO girtin çêdibe, sibe wê waliyên biryarên li derveyî hiqûqê yên AKPê bi cih anîne, wê bên darizandin. Hûn ne mecbûr in fermana li derveyî qanûnan a Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir bi cih bînin.
“Em ê li ber xwe bidin”
“Em ê li dijî hemû pêkanînên li derveyî qanûnan li ber xwe bidin. Berxwedana sivîl mafek e. Ez êvara 15ê Tîrmehê tînim bîra her kesî. Gelo ji bo we maf e, lê ji bo me ne maf e? Gelo bi tenê mafê AKP'ê ye ku bang li mirovan bike ji bo dakeve kolanan. Mafê her welatiyeke/î vî welatî ye, ku li dijî bêqanûnî û faşîzmê li ber xwe bide. Em ê di çarçoveya demokratîk de tevî welatiyên xwe li dijî vê bêhiqûqiyê li ber xwe bidin.
(YY/YO)