Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş ragihand ku piştî 15ê Tîrmehê li Tirkiyeyê rewşeke nû derketiye holê û bangî hukumet û PKKê kir ku ji ber wê rewşa nû helwestên xwe careke din binirxînin.
Selahattîn Demirtaş li komcivîna partiya xwe axivî divê pêvajoya çareseriyê ji nû ve dest pê bike û demildest tecrîda li Îmraliyê were rakirin û bangî lîderên partiyan kir ku di bin banê meclisê de civînekê li dar bixin.
‘Ez kesên ku li dijî derbekirinê silav dikim’
Selahattîn Demirtaş got: ‘Darbekaran bi sedan mirov qetil kirin, bi hezaran mirov birîndar kirin. Ez, her kesên li dijî darbeyê bi wêrekî sekinînin, careke din pîroz dikim. Careke din derket holê bê mafê berxwedanê yê gel çiqasî girîng e. Xweparastin tê wateya mafê xweparastina gel. Parastina mafê xwezayî yê her zindî ye. Ez, her kesên ev maf bi kar anîne silav dikim, pîroz dikim.’
‘Yên darbeyê naxwazin, divê pirsgirêka Kurd di nava demokrasiyê de çareser bikin. Eger tu bêjî bila artêş Kurdan bieciqîne, eger vê yekê ji nedîtî ve were, wê çaxê dema artêşê li Kizilayê, li Stenbolê dest bi qetlîamê kir, divê tu matmayî nemîne. Ji ber uk li Cizîrê, li Şirnexê, li Nisêbînê her roj qetil dikin. Dema em van bilêv dikin radibin ji me re dibêjin 'xayin’.’
Demirtaş diyar kir, rabûna li ber darbeyê ji bo demokratbûnê şert e, lê belê têrê nake û got, "Ev nêzîkatî rast e, lê kêm e."
Demirtaş da zanîn, ji hilbijartinên 7ê Hezîranê û vir ve bi tevizandina meclîsê re ev saleke darbeyeke sivîl li ser kar e.
(YY/YO)