Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji bo serlêdanên programa “Ji Dibistanan Ber bi Odeyên Nûçenivîsînê Ve 2017ê” ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û bianetê tenê 2 roj mane.
OHO ya ku îsal cara 10ê ye lidar dikeve wê di navbera 1 û 9ê Tîrmeha 2017an de li Stenbolê birêve biçe.
Serlêdanên bernameyê ji Tirkiyeyê û Qibrisa Bakur ji bo xwendekarên ji pola 3yê derbasî beşa 4ê dibin ên beşa rojnamegerî û radyo televizyonê yên fakulteyên ragihandinê vekiriye.
Ji bo serlêdanê roja dawî 31ê Gulanê ye
Ji bo serlêdanan roja dawî 31ê Gulanê ye. Juriya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê wê serlêdanan bi wî awayî binirxînin ku ji her fakulteyekî xwendekarek wê bê hilbijartin û encam dê di 6ê Hezîranê de bên aşkerekirin.
Di rojên OHOyê de, rojnamegerên ji beşên cuda cuda yên medyaya belavbûyî, akademisyenên ragihandinê û nûnerên rêxistinên mafparêz wê bi rojnamegerên ciwan re werin ba hev.
Di çarçoveya bernameyê de li atolyeyan rojnameger, akademisyen û rêxistinên mafparêz di mijarên “Rojnamegerî, Feraseta Nûçegîhaniyê, Etîk, Rojnamegeriya Aştîxwaziyê, Mafên Xebatê yên Nûçegîhanan, Rêxistinên Mafparêz, Medyaya Civakî, Gotinên Nefretê, Çavkaniyên Nûçeyan ên Alternatîf, Nûçegîhaniya Hemwelatîbûnê” de wê gotaran pêşkêş bikin.
Piştî bernameyê rojnamegerên ciwan dê digel rojnamegerên xwedîtecrûbe rojnameyeka dîjîtal çêbikin. Beşdar dê sertifikaya beşdariyê bistînin.
Ajansa Geşepêdanê ya Swêdê(SIDA) dê mesrefên beşdaran yên çûn-û-hatinê, manê û xwarinê bide.
Îsal bernameya 10emîn û 11mîn a OHOyê dê bi hev re birê biçe. Programa OHO 2016ê ji ber Hewldana Derbeya 15ê Tîrmehê par çênebûbû û ji bo îsal hatibû bipaşdexistin.
OHOyê 246 kes li medyakaran zêde kirine
OHOyê di salên 2007-2016ê de ji fakulteyên ragihandinên yên Tirkiyeyê û Qibrisa Bakur 246 xwendekarên beşa ragihandinê yên ciwan li medyakaran zêde kirine.
Li bernameyê 132 rojnameger, akademîsyen û berpirsên rêxistinên mafparêz bi ciwanan re civîyan û gotar pêşkêş kirin.
Bi bernameya OHOyê beşdar çûne serdana 49 rojname, radyo, televizyon û rêxistinên parastina mafan.
Digel van tiştan pirtûka 14. ya bi navê ‘’ Destpêka Rojnamegeriyê’’ ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê bû berhemeke din ya bernameyê ku di 2013ê de çapa wê ya 2. Hat çêkirin.
*Ji bo serîlêdana bernameyê forma serîlêdanê ji navnîşana [email protected] re bişînin.
Forma bi zimanê Tirkî: Başvuru Formu