Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serlêdanên ji bo kursa zimanê kurmancî ya Navenda Hînkariyê ya Heta Hetayê (ISMEK) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê destpê kiriye.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê cara pêşiyê par, di 12ê Kanûna Pêşiyê ya 2019ê de aşkere kiribû ku wê 420 xebatkarên bi peyman bigirin karî. Di daxuyaniya Şaredariyê de hatibû diyarkirin ku wê serlêdana du dersdaran a ji bo perwerdeya zimanê kurdî jî qebûl bikin. Li gorî şertên ku Şaredariyê diyar kiribû, kesên dixwazin serî li karî bidin divê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qedandibin.
Piştî vê rewşê, kursên kurdî li ISMEKan destpê kiribû.
Îsal jî ISMEKê aşkere kiriye ku ji bo asta yekem û asta duyem a kursa zimanê kurdî kesên bixwazin dikarin serî lê bidin. Serlêdan wê bi rêya kursiyer.ismek.ist-ê pêk werin.
Kursên kurmancî yên asta yekem wê li Esenyurt, Esenyurt, Bagcilar, Şişli û Kadikoyê vebin. Kursa asta yekem wê 136 saetan bidome.
Asta 2yem jî wê hebe
Her weha asta duyem jî wê Kadikoy, Bagcilar û Şişliyê pêk werin. Lê ji bo navenda Bagcilarê serlêdan wê 21ê Sibata 2021ê wê destpê bikin.
Kursa asta duyem jî wê 160 saet be. Kesên bixwazin dikarin di nava hefteyê de an jî şemî û yekşeman beşdarî kursan bibin.
Par kurs rûbirû destpê kiribûn lê ji ber vîrusa vîrûsa koronayê online dewam kiribûn. Lê îsal biryar e ku rûbirû pêk werin.
Ji ber Covid-19ê îsal wê hejmara xwendekaran hindiktir be. Her weha wê piştî serê salê careke din serlêdan vebin.
Kiliçdaroglûyî aşkere kiribû
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) di Tebaxê 2019an de bi kesên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qedandine re civiyabû.
Kiliçdaroglûyî li vir gotibû ku ew ê li ISMEKan dest bi perwerdeya kurdî bikin. Her weha diyar kiribû ku ew ê xizmetê bi zimanê kurdî bidin kal û pîran, ên ji bilî kurdî bi zimanekî din nizanin. (FD)