Pêvajoya serlêdanê di 24ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê de destpê kiribû û di 1ê Adara 2022yan de wê bidawî biba.
Ev pêvajo heta 1ê Nîsanê hatiye dirêjkirin.
Pêşbirk ji bo xwedîlêderketina zimanê kurdî û wêjeya kurdî ye ku Arjen Arî di hemû jiyana xwe de bo wê kedeke muhîm da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê yên navneteweyî ye. Malbata Arjen Ariyî û Weşanên Sor pêşbirka 9. wê li dar bixin.
Lijneya Pêşbirkê ji van navan pêk hatiye: Îrfan Amîda, Necla Arî, Hamid Omerî, Hatice Kılıç û Rêdûr Dîjle.
Bixwîne - Pêvajoya serlêdanên "Pêşbirka Helbestan a Arjen Ariyî" destpê kiriye
Şert û mercên serlêdanê
Şert û mercên başdarbûna vê pêşbirkê ku dixwaze berhemên wêjeyî yên giranbuha diyarî weşangeriya kurdî bike û wan raberî girseyeke mezin a xwîneran bike ev in;
o Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.
o Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.
o Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.
o Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
o Berhemên ku ji hêla saziyek ve hatibin xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibin nikarin beşdarî pêşbirkê bibin.
o Berhemên ku beşdarî pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.
o Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.
o Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelatê nede.
o Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.
o Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe bêne şandin.
o Divê dosye ku bi kompîtorê hatibe dîzaynkirin û li USByek were barkirin û ev USB di nav dosyeya serlêdanê de cî bigire.
o Dosyeyên ku bi kompîtorê nehatibin dîzaynkirin û tê de USB tunebin nayên nirxandin.
o Divê li ser dosyeyê yan li ser USByê nav, nîşan, mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.
o Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan, telefon û e-maila xwe di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.
o Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2022an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin û tarîx û ciyê merasîma xelatdanê dê paşê bê ragihandin.
o Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin: Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî Yenişehir Mah. Ali Emiri 5. Ademoglû Apt. No: 8 Daire:7 Yenişehir/Diyarbakır (poste divê li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê be).
o Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.
o Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyên wan nayêne vegerandin.
o Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
(FD)