Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rewşa Awarte ji 19ê Kanûna Paşiyê ve sê mehan hat dirêjkirin. Serokwezîrîyê bi tezkereyekê daxwaza dirêjkirina dema Rewşa Awarte kir û Lijneya Giştî ya Parlamenê qebûl kir.
Piştî Hewildana Derbekirinê ya di 21ê Tîrmehê de Rewşa Awarte hatibû îlankirin. Ji bo îlankirina Rewşa Awarte ji 461 parlamenteran 346 parlamenteraan dengê erê û 115 parlamenteran dengê na bi kar anibû.
Di 19ê Çiriya Pêşiyê de dema Rewşa Awarte ya sê mehane xelas bûbû û ji nû ve ji bo sê mehan hatibû îlankirin.
Dema Rewşa Awarte dê di 19ê Kanûna Paşiyê de xelas bibûya lê sê mehan hat dirêjkirin. Heke dîsa neyê dirêjkirin dê di 19ê Nîsanê de biqede.
Rewşa Awarte û Qanûna Bingehîn
Di beşa sêyem a Qanûna Bingehîn de, di maddeya 119ê de tê eşkerekirin ku “di dema felaket û tevliheviya ekonomîk de” tê îlankirin.
Her dîsa “eşkerebûna nîşanên tûndkariya ku dikare belav bibe û bi vm yekê heke rêkûpêkiya civakê têk biçe” Rewşa Awarte tê eşkerekirin. (NV/MB)