Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Lijneya Giştî ya Meclîsê ji bo dirêjkirina dema Rewşa Awarte, civîya û biryar da sê mehan dirêj bike. Cara 6. e ku dema Rewşa Awarte hat dirêjkirin. 18 meh in Rewşa Awarte heye.
Dema Rewşa Awarte ji îro(19ê Kanûna Paşiyê) pê ve dest pê kiriye û dê sê mehan dewam bike.
Piştî hewildana derbekirinê, di 20ê Tîrmeha 2016ê de li hemîya Tirkiyeyê Rewşa Awarte hat îlankirin.
Rewşa Awarte û Qanûna Bingehîn
Di beşa sêyem a Qanûna Bingehîn de, di maddeya 119ê de tê eşkerekirin ku “di dema felaket û tevliheviya ekonomîk de” tê îlankirin.
Her dîsa “eşkerebûna nîşanên tûndkariya ku dikare belav bibe û bi vm yekê heke rêkûpêkiya civakê têk biçe” Rewşa Awarte tê eşkerekirin.
Encamên Halê Awarte
Li gor encamnameya IHDyê eşkere kirî, Wezareta Dadê eşkere kiriye ku di dema Halê Awarte de:
“169 hezar û 13 kes hatine desteserkirin. 50 hezar û 510 kes hatine girtin. 43 hezar û 489 kes bi şertê kontrola edlî hatine serbestberdan. 8 hezar û 87 kes qaçax in.
Bixwîne – MGK: Bila Rewşa Awarte 3 mehên din bê dirêjkirin
“Bi biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de [hikûmetê] dest danî ser birêvebiriya 94 şaredariyan. Şaredarên 98 ji wan şaredariyan ji Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) bûne.
Bixwîne - “Divê dema Halê Awarte neyê dirêjkirin”
“Bi biryara Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran(HSYK) 4 hezar û 240 dadger û dozger ji karê wan hatine avêtin.
“113 hezar 440 karmendên dewletê ji karî hatine avêtin.
“1412 komele û 139 weqif hatin girtin.”(EKN/MB)