Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dema qedexeya derxistina ji karî bi Biryarnameya Serokomarî ji 17ê Gulanê û pê ve heta 30ê Hezîranê dirêj bûye.
Biryarname ya Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarî îmze kiriye, di Rojnameya Fermî de weşiyaye. Di vê biryarnameyê de hatiye diyarkirin ku li gorî paragrafa yekê û duduyan a Xala 10an a demkî ya Qanûna Karî ya Hejmar 4857ê qedexeya derxistina ji karî wê ji 17ê Gulana 2021ê û pê ve heta 30ê Hezîrana 2021ê dirêj bibe.
Li gorî Xala 10an a demkî, ji bilî van rewşan wê xwediyên karan nikaribin xebatkaran ji karî derxin: Liv û tevgerên ji derveyî qaîdeyên exlaqî û nîyeta pak û sedemên weke wan, bidawîhatina dema peymana karî ya dema wê diyar, ji sedemekê girtina kargehê yan jî bidawîbûna xebata kargehê, bidawîbûna karên li gorî rêzikan destpê kirine.
Her weha bi heman biryarnameyê re dema piştgiriyê ya bi esnafan, pîşekar û bazirganan ji bo meheke din dirêj bûye.
Beriya niha bi biryarnameyê ji bo sê mehan, mehê hezar TL piştgiriya darayî bi esnafan dihate kirin. Bi biryarnameya nû re ev dem ji bo meheke din dirêj bûye.
Li gorî heman biryarnameyê dema piştgiriya kireyên kargehan jî ji bo mehekê dirêj kirine. Kesên kargehên wan bi kirê ne, li bajarên mezin wê 750 lîre, li bajarên din jî wê 500 lîre weke alîkariya kireyan bidin wan. (HA/FD)