Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnamegera Meşale Tolû, piştî 8 mehan li girtîgehê mayî Adara 2017ê ji girtîgehê derketibû lê derketina derveyî Tirkiyeyê ji bo wê hatibû qedexekirin. 20ê Tîrmehê qedexeya li ser wê hatiye rakirin, dema qedexe rabûye ew çûye Almanyayê.
Rojnamegera berbehs, bi “endametiya rêxistina terorî” hatibû sûcdarkirin.
Çi Bûbû?
Polîsan di 30yê Nîsana 2017yê de bi ser mala Meşale Tolûya hemwelatiya Almanyayê de girtibû. Tolû digel kurê xwe yê yek sal û nîvî hatibû desteserkirin.
Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê a 29. biryara tehliyekirinê ji bo rojnamegera xebatkara ajansa nûçeyan a ETHAyê da.
Ji 16 kesên hatîn dadkirin 6 kes hatin tehlîyekirin.
Bixwîne - Dadgehê wergêr Meşale Tolû tahliye nekir
Navê wan kesên hatîn tehliyekirin ev in: Birol Kurt, Deniz Havuç, Emre Altunkaya, Fırat Çağla, Meşale Tolu Çorlu û Serkan Okatan.
Tolû welatiya Almanyayê ye..
(PT/MB)
Çavkanî: DW