Dema Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu roja Pêncşemê, 24ê Îlonê, ji bo di civîna 81emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de biaxive derket ser kursî, nûnerên dîplomatîk ên bi dehan welatan ji cihên xwe rabûn û salon terikandin.
Dema Netanyahu dest bi axaftinê kir, ji salona civînê dengên nerazîbûnê bilind bûn. Heyeta Îsraîlê û alîgirên Netanyahu yên li galeriyê jî rabûn ser piyan û li çepikan dan û bi îbranîkî dirûşm berz kirin. Serokê danişînê daxwaz ji kesên di salonê de kir ku nizamê biparêzin.
Netanyahu li ser kursî bersiva protestoyê da û got:
"Heke di vê salonê de tirsonekên din ên exlaqî hebin ku hîn derneketibin, ji kerema xwe re niha derkevin."
Heyeta Filistînê banga derketina bi komî kir
Beriya protestoya di Civata Giştî de, heyeta Filistînê di noteke ku ji misyonên dîplomatîk ên li NYyê re şandibû de bang kiribû ku di dema axaftina Netanyahu de salonê terk bikin. Di bangê de hatibû pêşniyarkirin ku bi vê çalakiyê re peyameke dîplomatîk a hevpar a li dijî şerê ku hikumeta Îsraîlê li Xezeyê birêve dibe û polîtîkayên wê yên li Şerîaya Rojava bê dayîn.
Di dîmenên ku ajansa Reutersê belav kiriye de tê dîtin ku dema Netanyahu ber bi kursî ve diçe, delege bi komî ber bi deriyan ve diçin û Serokwezîrê Îsraîlê xîtabî salona Civata Giştî ya hema hema vala dike.
Ji Erdogan re got “tîran”
Netanyahu di axaftina xwe de Tirkiye û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan jî kir armanc. Netanyahu, Tirkiye di nav wan welatan de nîşan da ku gotinên li dijî Îsraîlê belav dikin û ji bo Erdoğan got: "Ew tîranek e". Netanyahu îdîa kir ku Erdogan mazûvaniya rêveberên Hamasê dike, rojnameger û serokên opozîsyonê dixe girtîgehan û berpirsiyarê mirina sivîlên Kurd e.

Netanyahu: Erdogan ne ew kes e ku bikaribe şîretan li Îsraîlê bike
Netanyahu her wiha îdîa kir ku Tirkiye bakurê Qibrisê "bi awayekî neyasayî dagir kiriye", li dijî Yûnanistanê binpêkirinan dike û Erdogan "dixwaze Suriyeyê bixe bin destê xwe."
Netanyahu îdia kir ku Erdogan dixwaze Îsraîlê tune bibe û ji bo Serokkomarê Tirkiyeyê wiha axivî: "Hûn dibêjin ku hûn ê bibin serwerê Qudisê. Naxêr ezbenî, hûn nabin." Netanyahu Qudis wekî "paytexta heta hetayî" ya Îsraîlê bi nav kir.
Netanyahu: "Êrişkirina li ser Îranê yek ji biryarên min ên herî hêsan bû"
Mijara esasî ya axaftina Netanyahu, digel Xezeyê, şerê li dijî Îranê û parastina operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li herêmê li xwe digirt. Serokwezîrê Îsraîlê ji bo biryara êrişkirina li ser Îranê got: "Yek ji biryarên herî hêsan ên jiyana min bû."
Netanyahu di axaftina xwe de êrişên li ser Îranê parastin û îdîa kir ku rêveberiya Îranê dê li dawiyê ji aliyê gelê xwe ve bê rûxandin û şerên Îsraîl birêve dibe, ji bo parastina hebûna welatê xwe ferz in.

Netanyahû dîsa gefa kuştinê li Xameneyî xwar
Li derveyî Civata Giştî ya NYyê jî hat protestokirin
Protestoyên li dijî Netanyahu tenê bi Civata Giştî ya NYyê ve sînordar neman. Dema axaftina wî berdewam dikir, li derdora avahiya NYyê bi sedan şêniyên New Yorkê yên filistînî, cihû, îranî û libnanî tevî xwepêşanderên dijî şer kom bûn. Xwepêşanderan sloganên “Bijî Xeze” û “Tevahiya cîhanê temaşe dike” berz kirin û hinek ji wan bi tîşortên ku li ser “Mirovahiyê fînanse bikin, ne bombeyan” nivîsîbû meşiyan.
Beşek ji xwepêşanderan li ser rêyên nêzîkî Navenda Giştî ya NYyê nêzîkî saetekê çalakîya rûniştinê li dar xistin û rê ji trafîkê re girtin. Rêyên konvoyên fermî hatin guhertin.
Polîsan midaxeleyî çalakîya rûniştinê kir û xwepêşander desteser kirin. Xwenîşanderan ragihand ku di nav wan de lîstikvanên sînemayê yên wekî Hannah Einbinder û Susan Sarandon jî hene ku zêdetirî 100 kesî hatine desteserkirin.
“Bila DYA dev ji fînansekirina Îsraîlê berde”
Di nav organîzarorên çalakiyê de tevgera Dengê Cihûyan ji bo Çalakiya Aşitiyê (Jewish Voice for Peace Action-JVP Action) jî hebû. Rêvebera siyasî ya rêxistinê Beth Miller got ku xwepêşandanên li dijî serdana Netanyahu ya New Yorkê nîşan didin ku ne tenê tevgera piştevaniya Filistînê, di nav Amerîkiyên Cihû de jî opozîsyon mezin dibe.

Netanyahû di Kongreya DYAyê de axivî
Lîstikvan Hannah Einbinderê daxwaz kir alîkariya leşkerî ya DYAyê ya bo Îsraîlê bê rawestandin û her weha sedema beşdarbûna xwe ya di protestoyê de wiha diyar kir:
"Wekî cihûyek, amerîkiyek û mirovek, axaftin û daxwazkirina ku DYA fînansekirina vê yekê bisekinîne berpirsiyariya min a exlaqî ye."
Şaredarê New Yorkê jî li dijî Netanyahu ye
Serdana Netanyahu ya bo NYyê di demekê de pêk hat ku pevçûna siyasî ya tund a di navbera Şaredarê New Yorkê Zohran Mamdani û Serokwezîrê Îsraîlê de berdewam dikir.
Mamdani berê Netanyahu wekî “tawanbarê şer” pênase kiribû û gotibû ku ew li New Yorkê nayê xwestin. Mamdani di kampanya xwe ya hilbijartinê de parastibû ku heke Netanyahu bê New Yorkê divê bê girtin, lê belê qebûl kiribû ku desthilata wî ya derxistina fermana girtinê tune ye û berpirsiyarî di destê meqamên federal de ye.
Netanyahu jî di axaftina xwe ya NYyê de Mamdani kir armanc û Şaredarê New Yorkê bi “belavkirina derewan” a derbarê çalakiyên Îsraîlê yên li Xezeyê de tohmetbar kir.
Mamdani beriya protestoyan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê beşdarî xwepêşandanan nebe lê mafê protestoyê yê şêniyên New Yorkê dê bê parastin:
"Tişta ku ez her dem ji wan re dibêjim ev e ku di vê bajarî de mafê wan ê protestokirinê heye."
Netanyahu di Civata Giştî de cara sêyem e tê protestokirin
Netanyahu cara yekem nîne ku li ser kursiyê NYyê bi protestoyê re rû bi rû dimîne. Di axaftinên wî yên berê yên Civata Giştî de jî delegeyan salon terk kiribûn. Lê belê protestoya 24ê Îlonê, ji ber ku boykota dîplomatîk a di salona Civata Giştî de û xwepêşandanên girseyî yên li kuçeyên New Yorkê di heman demê de pêk hatin, dengê xwe zêdetir veda.
Serdana Netanyahu ya li New Yorkê jî kurt dom kir. Di navbera Serokê DYAyê Donald Trump û Netanyahu de ti hevdîtin nehat plankirin û hat ragihandin ku heyeta Îsraîlê li hevdîtineke asta bilind geriya ye lê hevdîtineke wisa nehatiye sazkirin. Ligel serokên Kongreyê jî bernameyeke wî ya hevdîtinê tune bû.

Ambargoya li ser Xezeyê berdewam dike: Milyonek kes ji cih û warên xwe bûn
Balyozê Îsraîlê yê NYyê Danny Danon beriya axaftinê, beşeke mezin a rexneyên li ser welatê xwe weke “pêla agahiyên xelet” bi nav kir û diyar kir ku Netanyahu dê li ser kursî destkeftiyên ku Îsraîlê di dirêjahiya şer de bi dest xistine bîne ziman.
Netanyahu di axaftina xwe de ev îdîa anîn ziman. Lê belê dîmena axaftina wî ya di Civata Giştî ya 81emîn de berî ku dest bi axaftinê bike, wekî delegeyên ku ji cîhên xwe radibin û ber bi deriyan ve diçin û rêzên vala yên li beramberî wî di bîran de cî girt.
(AEK/AY)
