Li Mêrdînê 23 cure tirî hene. Ji meha Tebaxê û pê de heta meha Çiriya Paşiyê mehrese tên danîn û li vir dims, bastêq û cureyên din ên ji tirî tên çêkirin.
Cureyekî tiriyan heye ku navê wî mezrone ye û li gorî tiriyên din xwediyê tameke cuda û aromayeke xweştir e.
Li navçeya Mehsertê, xwediyên rezan çûne mehsere danîne û dest bi çêkirina dims, bastêq û tiştên din kirine.
Husamettin Altindag, şaredarê Mahsertêyê got navê bajêr ji tiriyan tê û wiha berdewam kir: “Ji vê herêmê re dibêjin ‘Mehsertê’. Mehsertê bi erebî tê wateya cihê ku mehsereya tiriyan lê tê kirin.”
“Tiriyên me organîk in”
Cotkarê bi navê Beşîr Temîz jî derbarê mehsereyan û tiriyê mezrone de wiha axivî: “Li erdê dêm bê av hêşîn dibe, tehma vî tiriyî xweş e. Em avê dadin û derman nakin. Bi rêyên organîk hêşîn dibin.”
Cotkarekî din ê bi navê Mehmet Akdogan jî wiha got ku li herêmê weke “profesorê tiriyan” tê naskirin: “Bi rê û rêçikin ji bav û kalan maye em van tiriyan, organîk hêşîn dikin.” (FD)
*Çavkanî û fotograf: AA