Ji hilbijartinê re 9 roj mane. Namzet û partiyên siyasî xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê berdewam dikin. Li Bedlîsê sê parlamenter wê bên hilbijartin. Di hilbijartina parlamenteriyê ya 2018an de AKPyê du parlamenter, HDPyê jî parlamenterek derxistibû.
Di vê hilbijartinê HDPya di bin navê Partiya Çep a Kesk de dikeve hilbijartinê, dixwaze hejmara parlamenterên xwe li vî bajarî zêde bike. Yek ji namzetên YSPyê Semra Çaglar Gokalp e. Gokalpê li ser girîngiya hilbijartina pêşwext, rola jinan a di van hilbijartinan de û xebatên hilbijartinê yên li Bedlîsê bersiva pirsên bianet kurdiyê da.
“Em ê vê pergala yekparêz bi hev re biguherînin”
We çawa biryar da ku hûn têkoşîna xwe bigihînin Meclîsê û em bi pirsa çima Partiya Çep a Kesk dest pê bikin..
Li Tirkiyeyê, Kurdîstanê û diyasporayê her tim berxwedaneke hebûnê hebû. Terefek berxwedêr her tim hebû ku xwedî li kedê derketiye û azadîparêz bûye. Min jî wek endamekî civaka Kurd terefê xwe ji hêla berxwedêrî ve hilbijart. Pêngava min ya berxwedanê ya vê serdemê jî wekî namzet di Partiya Çep a Kesk de pêk tê. Min li hemberî ewqas neheqiyê, asîmîlasyonê, terefê ked û azadiyê parast û ez ê berdevkiya gelê Bedlîsê bikim.
Faktora herî girîng a ku min ber bi vê yekê ve kişand ew bû ku, baweriya min e, em ê bi hev re siberojên azad ava bikin û vê sîstema yekparêz bi hev re biguherînin.
Derdê min ew e ku ez bi hemû jinên ku dengê wan kêm bûye re bi taybetî li Bedlîsê bim. Ez dixwazim bibim parlementer ku yek ji lingên têkoşînê ye û bi taybetî jî bibim parlamentera ku deynê me yê dayikên me yên zarokên xwe winda kirine li ser rêya îdeala avakirina civakeke baştir bijîn. Çep a Kesk yekane partiye ku di nava xwe de têkoşînê bi wate dike û nûnertiya hemû beşan dihewîne.
"Divê ev hikûmet biçe"
Ji ber ku ji hilbijartinê re demeke pir hindik maye, ji hêla wext ve ji bo xebatên we yên sehayî tu fikarên we hene gelo?
AKPê di serdema desthilatdariya xwe ya 21 salane de bandoreke mezin li qada zimanê zikmakî, nasname, çand û baweriyê ya Bedlîsê kir. Di demeke ewqas kin de bi qasî ku em dixwazin bi gel re bikevin têkiliyê ne pêkan e. Lê her roj gund bi gund, mal bi mal digerin, hêviyê geş dikin û di baweriya siberojên azad de tên cem hev. Di vê pêvajoya ku em di destên zarokan de dibin al, di çavên dayîkan de dibin hêvî, di hembêza ciwanan de ne û di hişê jinan de hêviyê didomînin, em bi hemû hevalên xwe yên partiyê re têkoşîna xwe berfirehtir dikin û dimeşînin.
Da ku ser hemû dînamîkên vî gelî bandor bê kirin divê ev hukûmet biçe. Piştî şandina wan, em ê dîsa li her qadê bi gelê xwe re hevdîtinê bikin û hevgirtina xwe bidomînin. Tevî her tiştî jî, ev rastiyek e ku ji her kesî zêdetir bandora me heye li ser van dînamîkan.
“Gel em bi awayeke xurt hembêz dike”
Weke namzeta YSPê hûn li qadan gel bi çi rengî pêşwazî dike?
Beriya her tiştî helwesta li hemberî vê têkoşînê, baweriya azadiyê ya bi kevneşopiyeke mezin hatiye dayîn, mirovan di xaleke hevpar de tîne cem hev. Li gundên ku em diçin, gelê me govendê digire û me bi awayeke xurt hembêz dike. Dikandarên me dibêjin qeyrana aborî dê bi we re çareser bibe. Li ser vê bingehê, baweriya gel a bi me re ye, didome.
Gel dibêje aştî, azadî, edalet û wekhevî encax bi we re pêkan e. Di vê wateyê de baweriyek wiha ji bo Partiya Çep a Kesk û bi taybetî jî ji bo min wek namzeta jin motîvasyoneke mezin dide. Em ê vê baweriyê li erdê nehêlin û em ê bibin dengê gel.
“Bêkariya ciwanan û xizaniya jinan birînên bi xwîn ên bajêr in”
Di çarçoveya pirsgirêkên jin, karker, ciwan û pirsgirêkên aborî yên li tevahiya Bedlîsê de tesbît û teşhîsên we yên berbiçav çi ne?
Di vê pêvajoyê de rastiya ku herî zêde me diêşîne bêkarî û xizaniya li bajêr e. Bi taybetî jî bêkariya ciwanan û xizaniya jinan birînên bi xwîn ên bajêr in. Li bajêr ji sê ciwanan hema bêje yek bêkar e. Ji bo jinan, Bedlîs yek ji wan bajaran e ku xizaniya jinan herî zêde tê jiyîn. Di daneyên TUÎKê de hin caran tabloyeke giran a bêkarî û xizaniya li bajêr derdikeve pêş. Li gel ku çavkaniyên jêrzemînî yên bajêr gelek dewlemend in jî, nebûna kargeh û tesîsên hilberînê yên ku ji aliyê dewletê ve ji bo çareserkirina pirsgirêka bêkariyê li bajêr hatine avakirin, nîşanî me dide ku ev der jî ji aliyê dewletê ve bi tenê hatiye hiştin. Atolyeyên tekstîlê yên di salên dawî de li bajêr hatin vekirin, ji aliyê karsazên ku demekê li metropolan dijiyan ve hatine vekirin. Lê dema em li van kargehên taybet dinêrin, em dibînin ku mafên civakî yên karmendan kêm in û nikarin di nav sendîkayan de bi rêxistin cih bigirin.
Hûn motîvasyona 14ê Gulanê ya gelê Bedlîsê ya li hemberî polîtîkaya çareseriyê ya ku we anî ziman, çawa dinirxînin?
Ji dema me dest bi vê têkoşînê kir hetanî îro, me çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk parast. Di sedsala duyemîn de, me ji bo avakirina qanûnên esasî yên demokratîk, sîstemeke parlementerî ya piralî ku bi demokrasiya herêmî tê xurtkirin, şer kir.
Raya giştî jî dizane ku sedema bingehîn a krîza aborî, siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê ku êdî nayê tehemmulkirin, tecrîd û şer e û bi vî rengî pirsgirêka kurd bê çareserî dihêle. Ji ber ku dizanin pirsgirêkên herî girîng yên ku rojeva raya giştî dişopînin jî bi siyaseta îflasê têne xwarin, dixwazin pirsgirêka kurd bê çareserkirin û aştiyeke mayînde li welêt bê avakirin. Ji ber ku raya giştî partiya me di çareseriya vê pirsgirêkê de weke aktorekî xurt dibîne, bi hebûna me ya li qadan kêfxweş e. Ev vediguhere motîvasyoneke hevudu. Ez wisa difikirim, motîvasyona ku li ser vê bingehê heye nîşaneya 3-0 ye. Gelê Bedlîsê wê roja 15ê Gulanê bi Çepên Kesk tac bike.
“Em ê têkoşîna jinan bigihînin Meclîsê”
Ev rastiya ku Partiya Çep a Kesk dixwaze di Meclîsê de xwedî hejmara herî zêde nûnerên jin be, wê di yekkirina dengên girseya jinan de diyarker be?
Helbet wê diyarker be. Çepa Kesk dixwaze di meclîsê de bibe dengê jinan û herî zêde bi nûnertiya jinan li meclîsê be. Em dikarin bibêjin partiyên ku ji vê kevneşopiyê tên, di demên berê de jî bûn dengê jinan. Mînak, HDP bû partiya ku di meclîsê de herî zêde behsa jinan dike, pêşniyar kirin û civîna çapemeniyê li dar xistin. Yekane partiye ku di meclîsê de koma jinan heye û sîstemeke mezin a weke hevserokatiyê ava kiriye, HDP ye. Di serdema bûdçeyê de partiya ku herî zêde jin û xizaniya jinê xist rojeva xwe ew e.
Armanca me ew e ku li şûna xurtkirina girseya jinan, têkoşîna azadiya jinê bimeşînin û azadiya zayendî pêk bînin. Berovajî fikirîn dê bibe kêmkirina jinan di nav dengdêran de, ku li dijî îdeolojiya partiya me ye.
“Xurtkirina hişmendiya jinan û aboriyê yek ji karên me yên esasî ne”
Dema ku hûn bibin parlamenter, biryareke we heye ku hûn lêkolîneke taybet bi jinên Bedlîsê re bikin, eger wisa be, ji bo çareserkirina pirsgirêkên taybet ên jinên Bedlîsê çi planên we hene?
Esilanî dema ez li bajêr geriyam min ferq kir ku divê herî zêde ji bo jinan bixebitim. Li gor çavdêriya min ya elzem ew bû ku qadek ji bo hêla hişmendiya jinan û aboriyê daku jin xwe rehet hîs bikin tune ye. Em ê navendên jiyanê yên jinan ava bikin ku di bin banê van navendan de perwerdeyên hişmendiyê, qursên pîşeyî, destçêkerî, atolyeyên hunerê û ji bo dayikên ku dixebitin qadek ku lê kreş hebin ava bikin. Ev e dê pêngava berçav a çareseriyê be.
Di dema xebatên xwe yên hilbijartinê de hûn rastî hin reaksîyonên ku hûn ne li bendê ne yan jî rewşên balkêş tên?
Di vê pêvajoyê de ya herî ecêp ew e AKP wisa difikire ku dê li vir qezenç bike. Dîsa em ê dawî li vê ecêbiyê bînin.
Di dawiyê de, tiştek din heye ku hûn dixwazin lê zêde bikin?
Divê her kesek xwedî li sandoqan derkeve. Sandoq îradeya gel e. Divê em bi awayeke xurt xwedî li sandoqan derkevin da ku gava yekem a tiştekî ji xelkê neyê dizîn ew be ku nikaribin dengdayînê bidizin.
Bê şik û şiphe ew ê biçin û em ê 15ê Gulanê ampûlan bigirin, tîrojên rojê bikêşine ser gelê xwe.
Derbarê Semra Çaglar Gokalpê de
Di sala 1988an de li gundê Kerd a Bedlîsê ji dayîk bûye. Li zaningeha Yüzüncü Yilê di beşa Ziman û Wêjeya Ingilîziyê de mezûn bûye. Li Ingîlistanê perwerdeya ziman qedandiye û di şaredariya Wanê de xebitiye. Piştî tayînkirina kayimî ji karê xwe hatiye derxistin. Piştî vê, ew di şaxa ÎHDê ya Antalyayê de, weke mafparêzekê xebitiye. Ew zewicî ye. Asteke baş zimanê xwe yê zikmakî kurdî û ingîlîzî dizane. (RY/FD)