Li dijî xebatkarên çapemeniya azad duh(23ê Nîsanê) sibê li Stenbol, Enqere û Rihayê operasyonên desteserkirinê pêk hatibû.
Di serdegirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Rihayê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, rojnameger Erdogan Alayumat û nûçegihanê MAyê yê berê Dogan Kaynak hatibûn desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dema desteserkirinê ya 9 rojnamegerên desteserkirî hate dirêjkirin. Malbatên rojnamegerên desteserkirî telefonî emniyetê kirine û polîsan jê re gotine ku dema desteserkirina wan ji bo 24 saetan hatiye dirêjkirin.
Hejmara rojnamegerên ku hatine desteserkirin derket 9an
Her wiha di girteknameya rojnamegerên desteserkirî de diyar bûye ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatine desteserkirin. Di girteknameyê de şopandina daxuyaniyên çapemeniyê, meş û çalakiyên rojnameyan weke “têkiliya bi rêxistinê re” hatiye nirxandin.
Her wiha di girteknameyê de cih dane daxuyaniya Yekitiya Ronakbiriya Demokratîk (YRD) a têkildarî 22yê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd û hat îdiakirin ku bi vê rê nîşanî rojnamegeran daye.
(AY)