bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî a Meletiyê birêve dibe de Emrûllah Acar, Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” hatibû desteserkirin. Dema desteserkirina Acarî dirêj bûye.
Rêvebiriya Emniyetê ya Meletiyê telefonî malbata Acarî kiriye û ji malbatê re gotiye dema desteserkirinê 4 roj dirêj bûye.
Rojnameger Acarî ji roja ku hatiye desteserkirin pê ve li Rêvebiriya Emniyetê ya Meletiyê tê girtin. Acarî di 19ê Çiriya Paşiyê bi serde girtina malê ve hatibû desteserkirin.
Parêzerên Acarî di 21ê Çiriya Paşiyê de bi Acarî re hevdîtin pêkanîne û diyar kirine ku biryara nepeniyê li ser dosyeyê ye.
Alî Arslan, parêzerê Acarî gotibû ku em di wê baweriyê de ne emniyet ji ber nûçeyekê ku Acarî çêkiriye dixwaze tolê bistîne.(TP/AY)