Dema desteserkirina parêzer Rezan Epozdemir bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji bo rojek din hate dirêjkirin.
Epozdemir parêzeriya Munevver Karabulut, Pınar Gultekin û herî dawî ya Mattia Ahmet Minguzzi dikir. Epozdemîr duh serê sibê saet di 05:45an de li mala xwe hate desteserkirin.
Di heman saetê de, tîmên Şaxa Darayî û ên Têkoşîna li dijî Terorê bi ser ofîsa wî ya parêzeriyê ya li Leventê de girtin. Di lêgerînan de ekîban dest danîbûn ser materyalên wî yên dîjîtal.
Serdozgeriyê aşkere kir ku Epozdemir bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku "alîkarî daye rêxistina terorîst a çekdarî ya FETO/PDYyê", "sîxuriya siyasî û leşkerî kiriye" û “bertîl daye”. Her weha ji ber vê yekê derbarê wî de du lêpirsînên cûda tê birêvebirin.
(EMK/AY)

