Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsina çalakiyên Kobanê yên 6-8ê Çiriya Pêşiyê de 20 endamên Lijneya Birêvebirinê a Navendî(LBN) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di roja înê ya 25ê Îlonê de hatibûn desteserkirin, vê sibê birine Edlîyeya Enqereyê.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji ber ku çarçoveya dosyeya lêpirsînê berfirehe, hijmara gumanbaran zedeye û zihmetiya komkirina delîlan daxwaza dirêj kirina dema desteserkirinê kiriye.
Piştî ku dozgeriyê daxwaza dirêjkirina dema desteserkirinê kiriye, dema desteserkirina HDPyiyan li 3em Dadgeha Ceza û Sulhê a Enqereyê hatiye dirêjkirin.
Piştî vê yekê siyasetmedar dîsan birine Miduriyeta Polisan a Enqereyê.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî a Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna derbarê çalakîyên Kobanê yên ku di 6-12ê Çiriya Pêşiya 2014an pêkhatibû de di 25ê Îlonê de li 7 bajaran derbarê 24 endamên Lijneya Birêvebirinê a Navendî(LBN) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara desteserkirinê dabû.
Piştî biryara dozgeriyê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televizyon3e (RTUK) yê HDPyê Alî Urkut, Endamê Komisyona Karûbarên Derve yê HDPyê Nazmî Gur, Endamên berê yên LNByê yên HDPyê Can Memîş, Gulfer Akkaya, Berfîn Kose, Bîrcan Yorûlmaz, Endamê LNByê yê HDPyê Alp Altinors, parlamenterên berê yên HDPyê Sirri Sureyya Onder, Ayla Akat Ata, Emine Ayna, Beyza Ustun û Altan Tan, endama Meclîsa jinan a HDK-HDPyê Dilek Yagli, endamê berê yê Pardiya Meclîsa HDPyê Pervîn Oduncu, û berdevkê berê yê HDPyê Gunay Kubilay hatibûn desteserkirin.
Kesên ku hatibûn desteserkirin heman rojê li bajarên ku lê dijîn anîbûn Rêvebiriya Emnîyetê ya Enqereyê. HDPyîyên ku 24 saetan qedexeya hevdîtinê li ser bûn ji duh pê ve bi parêzerên xwe re dest bi hevdîtinan kirine.
Her weha navê Arife Kose, Yurdusev Ozsekmenler, Bayram Yilmaz û Zeynep Karaman jî di wê lîsteya ku ji 24 kesan pêk hatiye de bûne. Lê ji ber ku li mal nebûne desteser nekirine.(RT/AY/FD)