Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê di sala 2022an de daye despêkirin de di 24ê Îlonê de li Amedê polîsan bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û her wiha Koperatîfa Ziman û Hunerê ya Ankayê ve gelek malan de girtin.
Polîsan bi ser avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin
Di çarçoveya lêpirsînê 30 kes hatin desteserkirin. Dozger, ji bo dosyayê biryara “nepeniyê” da.
Ji xebatkarên Payîz Pirtûkê Cîhat Guney duh piştî îfadeya li dozgeriyê serbest bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dema desteserkirinê ji bo 24 saetan hate dirêjkirin.
Di serdegirtinan de heta niha 25 kes hatine desteserkirin
Kesên desteser kirî ev in:
“Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şûkran Yakut, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Bêrîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun, Hebûn Yagmûr, Mîne Karakaş, Ahmet Boltan, Rabîa Karayil, Îpek Oyur, Fatma Îgîn, Mûstafa Açmaz, Hasan Gurpinar, Şîlan Elmas Kan, Şehrîban Ayluçtarhan, Niştiman Gul, Cihat Çagrici, Yaşar Aslan, Hasan Îkvan, Mehmet Selîm Temel û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz.”