Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, serî li Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serlêdanê de qala pêvajoya girtina Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş û girtina wî hate kirin û hat gotin ku tê xwestin li bajarên kurdan tayînkirina qeyûm weke sepaneke asayî were nîşandan. Bi domdarî tayînkirina qeyûman ên di serdema berê de hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: “Weke darbeyekê di dîrokê de cih girt.”
Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girt
Bi domdarî wiha hate gotin: “Armanca ji sepana qeyûm ew e ku partiya miwekîl û siyaseta nûnertiya wê dike li derveyî rêveberiyên herêmî bihêle, bi desteserkirina sîstematîk a şaredariyên qezenc dike re tê xwestin ku îradeya bijartin û hilbijartinê ya hilbijêrên partiya miwekîl pasîfîze bike.”
19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat birîn
“Bila biryar were betalkirin”
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku fikraya 34’emîn a Qanûna Hejmar 6758 û fikraya di xala 45’emîn a Qanûna Şaredariyan de li dijî destûra bingehîn in lewma jî divê bi rêya îtîrazê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re bên şandin û biryara dûrxistinê ya derheqê Akiş de hatiye dayîn were betalkirin.
Çi bûbû?
Wezareta Karên Navxweyî di 3ê Hezîranê de bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku wan ji bo Şaredariya Colemêrgê qeyûm wezîfedar kiriye.
Bi şev polîsan Şaredarîya Colemêrgê dorpêç kiribû, serê sibehê jî bi ser şaredarîyê de girtibû û her weha Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê desteserkirin.
Bi biryara Wezareta Navxweyî li şûna Akiş, waliyê Colemêrgê Alî Çelîk weke qeyûm hat erkdarkirin.